Welatiyên Rojava li sînor tên astengkirin
Welatiyên Rojava li sînor tên astengkirin
Welatiyên Rojava li sînor tên astengkirin
Bi sedan welatiyên Rojavayî ku ji ber êrîşên çeteyan reviyan hatin Tirkiyeyê û bi minasebeta Cejna Qurbanê dîsa dixwazin vegerin Rojava, li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê tên rawestandin.
Bi 100 hezaran welatiyên Rojava û Sûriyê ji ber şerê çeteyan û şerê navxweyî yê Sûriyê hatibûn Tirkiyê. Bi sedan welatiyên ku ji Rojava hatin Tirkiyeyê û bi minasebeta Cejna Qurbanê disa xwestin biçim malbat û xizmên xwe yên Rojava ziyaret bikin li ser sînor hatin rawestandin. Bi sedan welatiyên Rojavayî yên çûn Deriyê Sînor ê Dirbêsiya Qoserê ya Mêrdîn ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Ji ber ku rayedar û fermandarên cendirmeyan destûr nadin bi sedan welatiyên Rojavayî ku disa dixwazin li warê xwe vgerin û cejna xizmên xwe pîroz bikin hatine rawestandin û nikarin derbas bibin. Welatiyên ku demek dirêj tên dawestandin, piştî navê wan dixin qeydan û demek dirêj tên rawestandin derbas dikin. Bi sedan welatiyên Rojava yên ji jin, zarok û mezinan û her wiha nexweşên bi sandalyayên teker pêk tên, zahmetiyên mezin dijîn. Welatiyên tên rawestandin jî bertekên xwe tînin ziman û dixwazin ku bêyî bên warestandin derbas bibin. Welatiyê bi navê Milad Seyit Xelil, bertekê xwe anî ziman û diyar kir ku ew dixwaze ku cejna xwe li Qamişlo derbas bike, lê li benda destûrê ye. Xelil, anî ziman ku rayedarên sînor ji wan dixwaze ku li Şaredariya Dirbêsîyê bigerin û Şaredar jî destûrê ji Walî bixwaze. Xelîl, da zanîn ku li vir perîşan û bêzar dibin û tu rayedar bi wan eleqeder nabe.
Rayedarên leşkerî ji der barê mijarê de agahi nedan.