Welatiyên Îtalyayê ji bo Efrînê daketin qadan

Li bajarên Pisa û Floransa yên Îtalyayê, Îtaliyan ji bo Berxwedana Serdemê ya li Efrînê çalakî lidarxistin.

Li bajarê Pisa yê Îtalyayê, di maça futbolê de ala PKK'ê hate vekirin û piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin. Li Floransayê jî ji bo berxwedana Efrînê pankart hate vekirin.

PISA

Îtaliyên ku li maça futbolê ya tîma Pisa temaşe dikirin ala PKK'ê vekirin û piştgirî dan Efrînê.

FLORANSA

Li bajarê Floransayê jî, bi heman armancê pankartek bi pireke dîrokî ve hate kirin. Îtaliyên li saziya CPA dixebebitin jî pankart vekirin.

Wekî din, komek ji ciwanên zanîngehê yên li bajarê Floransayê, çalakiya bê îteatiya sivîl a ku 2 roj in ji bo Efrînê dikirin, qedandin. Di nava du rojan de xwendekaran semîner li dar xistin, pêşangehên wêneyan vekirin û bal birin ser Efrînê. Xwendekaran her der bi alên YPG, YPJ, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilandin.