Welatiyên Îranê pereyên xwe ji bankayan dikişînin
Bi destpêkirina raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re tê gotin ku welatiyan pereyên xwe ji bankayên Îranê kişandine û zêr û dolar pê kirîne. Buhayê dolar jî her zêde dibe.
Bi destpêkirina raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re tê gotin ku welatiyan pereyên xwe ji bankayên Îranê kişandine û zêr û dolar pê kirîne. Buhayê dolar jî her zêde dibe.
Hat ragihandin, bi destpêkirina çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, gelek welatiyan pereyên xwe ji bankayên Îranê kişandine û zêr û dolar pê kirîne.
Endamê Yekîtiya Zêr û Dowîzkarên Îranê Ehmed Wefadar ji ajansa nîv fermî ya Îranê ÎLNA re axivî û got, gelek welatiyan pereyên xwe ji bankayan kişandine û zêr û dolaran pê dikirin. Wefadar işaret bi zêdebûna buhayê dolar û zêr kir.
Dolarek beriya hefteyekê bi 4 hezar Tumenê Îranê bû, lê piştî hefteyekê bû 4 hezar û 343 Tumenê Îranê.