Welatiyê li Silopiyayê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Mûttalîp Pûsat ê duh di encama gulereşandina polîsan de li Silopiyayê bi giran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê bi navê Mûttalîp Pûsat ê duh di encama gulereşandina polîsan de li Silopiyayê bi giran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Mûttalîp Pûsat (28) ê li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Silopiyayê di çalakiya ji bo berxwedana Cizîrê de bi guleyên polîsan ên ji wesayîta zirxî hatin reşandin birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Pûsat ê di êrîşa duh êvarê de ji zik û milê xwe bi fîşeka polîsan birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û piştî emeliyatê duh bi şev li Servîsa Lezgîn hat ragirtin.
Bavê zarokekî Pûsat, danê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Di heman êrîşê de werlatiyê bi navê Yasîn Ûysal jî ji milê xwe birîndar bûbû.