Îtalya Welatîbûna Rûmetî da Ocalan

Şaredariya Pînerola ya bajarê Torîno ê Îtalyayê Welatîbûa Rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Konseya Bajêr a Şaredariya Pînerola 7’ê Hezîranê civiya û biryar da ku Welatîbûna Rûmetî bidin Ocalan, belgeya wê jî amade kirin. Şaredariyê têkildarî mijarê wiha got: ‘’ Ji bo ku em piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd a ji bo raman, îdeal, ziman û nasnameyê didin, nîşan bidin me welatîbûn da Ocalan’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyê çaresre bibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî têkoşîneke bêhempa ye û wiha bi nav de çû: ‘’Bi vê welatîbûnê li gel ku Ocalan di girtîgehê de ye jî, li gel şertên tecrîdê jî di çareseriyê de israr dike û me xwest em pişgiriyê bidin vê israra wî. Kurd ne tenê li Tirkiyê li kûderê DAIŞ hebe li wê derê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa dide.’’

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin: ‘’Em xêrhatinê li welatiyê xwe yê nû yê bajarê xwe  Birêz Ocalan dikin û dibêjin bixêr hatî. Em li bendê ne ku rojekê Birêz Ocalan were bajarê me.’’

MERASÎM ÎLONÊ YE

Merasîma welatîbûnê ya fermî wê Îlonê were çêkirin. Rayedarên Bûroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji rojnameya me Ozgur Politikayê re ragihand: ‘’Niha daxuyanî hate dayin ku welatîbûn hatiye qebûlkirin. Di meha Îlonê de wê merasîmeke mezin were çêkirin. Bi bernameyên cuda wê belgeya welatîbûnê were dayin.’’

LI ÎTALYAYÊ BÛ ŞAREDARIYA 7.

Bi Şaredariya Pînerola re li Îtalyayê hejmara şaredariyên ku Welatîbûna Rûmetê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne 7. Beriya niha jî şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonîa, Raîce, Reggîo, Emîlia, Martano welatîbûn dabûne Ocalan.

Pînerolo, li herêma Pîemonte ye, girêdayî Şaredariya Mezin a Torînî ye, nifûsa wê 35 hezar û 829 e. Pînerol herêma herî çiyayî ya Îtalyayê ye, yekem şaredariya ku bi Şaredariya Kobanê re protokola dostaniyê/biratiyê danî ev şaredarî ye.