Welatên YE li hemberî PKK’ê parastina lîstê nekirin

Welatên YE li hemberî PKK’ê parastina lîstê nekirin

Serlêdana ji bo PKK ji lîsteya “Rêxistinên terorê” yên Yekîtiya Ewropa derkeve li Dîwana Edaletê ya Ewropa hatiye kirin ket di astek cuda. Pêvajoya Dîwanê ku daye YE îro bi dawî bû, ti welatekî endamê YE parastina di mijara PKK, di lîsteyê de bimîne negirt ser xwe.

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşîna şervanên YPG/YPJ’ê û gerîlayên HPG’ê li hemberî çeteyên DAIŞ dimeşînin di qada navneteweyî de ji bo tevgera azadiya Kurd deriyekî nû vekir. Ji ber berxwedana Kobanê ya ket roja 40. û di rojeva cîhanê de ye, wê hêzên navneteweyî li hemberî tevgera azadiya Kurd stratejiyeke çawa bişopînin mijara meraqê ye.

Yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin jî bêguman derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewropa ye. Êdî gelek derdor di fikara cihê PKK’ê di lîsteya ku YE ji sala 2002’an vir ve her 6 mehan carekê dirêj dike de nemaye. Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin, serlêdana ku ji bo Dîwana Edaletê ya Ewropa ya dadgeha herî bilind a di banê YE de ye hatiye kirin îro kete astek nû.

Di 1’ê Gulana 2004’an de li ser navê Endamên Konseya Reveber ên PKK’ê Murat Karayilan û Duran Kalkan parêzerên Hollandayî Marîa van Eîk, Tamara Buruma û Marq Wînngaarden doza ku hat vekirin, dema ku dane YE îro ew jî bi dawî bû. Di rastiyê de pêvajoya ku meha buhrî bi dawî bûye, li ser daxwaza YE hat dirêjkirin.

PARASTINÊ WE BUROKRATÊN YE BIKIN

Li gor prosedüre dozên li hemberî YE yên li Dîwana Edaletê ya Ewropa ya li Luksemburgê hatine vekirin, ji 28 welatên endamên YE yek parastinê digire ser xwe. Lê li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin parastina “bila PKK di lîsteyê de bimîne” ti welatekî negirte ser xwe. Li ser vê yekê parastina YE burokratên li Brukselê girtin ser xwe.

Tê meraqkirin ka wê burokratên Yekîtiya Ewropa parastinek çawa bikin. Piştî pêvajoya îro bi dawî bû parêzerên PKK’ê yên wê parastinê bikin nêrînên xwe diyar bikin û wê doz jî bikeve astek nû.