Wekîlên Swêdî yên di hedefa medya Tirk de ne ji Lînde hatin pirsîn

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Anders Osterberg ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde pirsî, ku ji bo parastina wekîlên di hedefa medya alîgirê AKP'ê de ye wê çi bikin.

Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Anders Osterberg, têkildarî hewldanên hikumeta AKP'ê û medya wan ên ji bo reşkirina Swêdê û gotinên bi hêrs ên li dijî parlamenterên Swêd, pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamentê kir.

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku hefteya derbasbûyî têkildarî 13 parlamenterên Swêdê bi taybetî jî 4 wekîlên ji Tirkiye û Kurdistanê, ji ber ku pirsgirêka Kurd xistin rojeva parlamenta Swêdê bûn hedefa hikumeta AKP'ê û weke 'terorîst' hatin sûcdarkirin.

Osterberg diyar kir, Recep Tayyîp Erdogan ê ku di 31'ê Adara 2019'an de di hilbijartinên xwecihî de bajarên mezin ji dest da, bi sûcdarkirina parlamenterên Swêdî re hewl dide CHP'ê tengav bike.

DIXWAZIN PÊŞÎ LI REXNEYAN BIGIRIN

Osterberg diyar kir ku di medya dîjîtal de 4 parlamenter weke xayin hatine ragihandin û heqaretên gelekî giran li wan hatine kirin û got, bi rêya van êrişan dixwazin zextên li Kurdan tên kirin û rexneyên li Tirkiyeyê tên kirin ên têkildarî helwesta li dijî hiqûqa şer, bên astengkirin.

Osterberg ragihand ku hedefnîşandana rêveber û parlamenterên welatên biyanî ji bo dewleta Tirk tiştekî nû nîne û bi bîr xist ku SETA ya di kontrola AKP'ê de ye salên derbasbûyî Wezîrê Parastinê yê Swêdê û hin parlamenter kiribû hedef.

PARTIYA ÇEP: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEMPÎŞEYÊN XWE

Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig nerazîbûn nîşanî hedefnîşandana Parlamenterê Partiya Karker ên Sosyal Demokrat da.

Svennelig diyar kir ku ew piştgiriya hempîşeyên xwe yên ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat dikin û destnîşan kir ku divê li hemberî hewldanên hikumeta AKP'ê û medya wê ya ji bo bêdengkirina parlamenter û mûxalîfên li derveyî welat, kes bêdeng nemînin.

FEDERASYONA ELEWIYAN A SWÊDÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ MEDYA AKP'Ê DA

Di vê navberê de peyamên piştgiriyê ji bo 4 parlamenteran Sûltan Kayhan, Serkan Kose, Kadîr Kasirga û Roza Guçlu Hedîn dewam dikin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Federasyona Kurd a Swêdê û Federasyona Elewiyan û a Swêdê û Komeleya Piştevaniyê bi daxuyaniyan piştgiriya parlamenteran kirin.