Wekîlên Partiya Çep peyama hevpar dan ku ew ê bi Efrînê re bin

Wekîlên Partiya Çep a Elmanyayê ji bo piştgiriyê bidin Efrînê û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin bi hev re wêneyek girtin û bi wî wêneyî peyamek dan. 

Wekîlên koma Partiya Çep beriya civîna xwe ya li meclîsa federal a Elmanyayê li hev civiyan û kefiyên kesk û sor û zer avêtin ser milê xwe. Wekîlan pankarta bi nivîsa “Êrîşên Tirkiyê yên li hember Efrînê bisekinînin, îxracata çekan rawestînin’ hilgirt û dane xuyakirin ku ew li cem gelê Efrînê ne.
Wekîl beriya civîna li meclîsê ya koma Partiya Çep hatin cem hev, cemedanên kesk, sor û zer li stûyê xwe pêçan û diyar kirin ku ew li cem gelê Efrînê ne ku li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk li ber xwe didin.


Partiya Çepgir beriya niha jî bang kiribû ku îxracata çekan a ji bo Tirkiyê were rawestandin, vê carê jî Partiya Çep mijar bire rojeva meclîsa federal. Koma Partiya Çep ji bo ku mijar li meclîsa federal were gotûbêjkirin bi fermî serî lê da.

Partiya Çep daxwaznameya xwe bi nivîskî da meclîsa federal û got, ‘’Helwesta hikûmeta we ya li bara wê mijarê çiye, ku artêşa Tirk bi tangên Elman êrîşê bi ser Efrînê de dibe’’. Tê payin ku mijar vê heftiyê were gotûbêkirin.