Wekîlên HDP'yî: Xwedî li gelê Cizîrê derkevin!
Wekîlên HDP'yî yên li Cizîrê ne gotin, "Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin, ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin."
Wekîlên HDP'yî yên li Cizîrê ne gotin, "Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin, ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin."
Parlamenterên HDP'ê yên li Cizîrê ne, der barê terora dewletê ya li navçeyê de agahî dan. Wekîlan gotin, "Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin, ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin."
Ji heyeta HDP'ê ya li Cizîrê ye parlamenter Aycan Îrmez, Ayşe Acar Başaran, Enîse Guneylî, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk, Leyla Guven, Mahmût Togrûl, Mehmet Alî Aslan, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp û Ziya Çalikan daxuyanî dan raya giştî.
'DAXUYANIYA WALÎ QET NERAST E'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cizîr ev sê roj in ji aliyê hêzên taybet ên Qesrê û AKP'ê ve hatiye dorpêçkirin û destnîşan kir ku ew bi hiqûqeeke dijminatiyê ya ku faşîzma Hîtler li dû xwe hiştiye re rû bi rû ne.
Wekîlan diyar kirin ku ti ji daxuyaniyên Qesrê û Waliyê Şirnexê ku weke midûrê taybet ê AKP'ê dixebite ne rast in û got, "Em bi fikar in bê Birêz Walî ji raya giştî û hurmetê çi fêm dike. Di vî şerê Qesrê û AKP'ê yê li hemberî gelê Kurd de, heqîqetê li gorî dilê Qesrê ditewîne û hem raya giştî dixapîne hem jî li hemberî raya giştî bêhurmetiyeke mezin dike. Midûrê taybet ê Qesrê û AKP'ê Birêz Walî heqîqetê qetil dike."
'HIQÛQA ŞER JÎ TINE HAT HESIBANDIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "7 hevalên me yên wekîl, piştî astengiya 24 saetan ancax di 5'ê Îlonê saet di 17:30 de derfet dîtin bikevin nav aCizîrê. Li bendên polîsan hatin sekinandin, heqaret li wan hat kirin, rastî lêdanê hatin. Hevalên me yên parlamenter bi meşê xwe gihandin ber Nexweşxaneya Dewlete ya Cizîrê. Rewşa ku me li nexweşxaneyê dît, rewşeke welê bû ku hiqûqa şer jî lê hatibû binpêkirin.
Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku polîsên tevgera taybet lê ne, Birêz Walî kiriye baregeheke şer. Du welatiyên me ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan, pitikek ji ber ku nekarîbûn bibin nexweşxaneyê, zarokeke keç a 10 salî û du ciwan ji ber birînên bi fîşekan bi giştî 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber êrîşên polîsan gel ne dikare cenazeyên xwe bibe goristanê, ne jî nexweşxaneyê. Cenaze li mizgefta taxê tên sekinandin. Ji ber ku gelê li Cizîrê nikare ji mala xwe derkeve derve.
Cenazeyê welatiyê me yê bi navê Saît Çagdavûl, li mizgefteke li Taxa Nûrê tevahiya rojê di bin germa 40 pileyî de ti taybetî tê sekinandin. Gelo ev yek li kîjan pîvanê exlaqê tê?
Birîndar li taxan tên sekinandin û destûr nayê dayîn ku ambûlans biçin wan rakin nexweşxaneyê. Gelo cihê vê yekê di kîjan pirtûka pîroz de heye?
Ji bo tedawîkirina polîsên birîndar, bi zora çekê personelên tenduristiyê dibin qada pevçûnê. Gelo ev yek rewşeke ji rêzê ye?
Bi qutkirina înternet û hemû xetên ragihandinê hûn difikirin ku hûnê karibin rastiyan tarî bikin û mafê nûçewergirtinê yê gel û raya giştî asteng bikin? Em dizanin bê Birêz Walî çima bersivê nade telefona me. Ji ber ku navenda xwecihî ya bicihanîna vê konsepta nû, hûn in!"
Heyetê ragihandin ku li navçeyê firin girtî ne, nanê li malê qediya ne û got, "Bi taybetî li taxên Nûr, Cûdî û Sûrê, elektrîk û av nîne. Şîr, xwarina pitikan, xurek li ber qedandinê ye. Gelek pêkanînên ku bi jimartinê naqedin, ji yên salên 90'î qat bi qat zêdetir niha hene."
BANGA LI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ
Heyetê ev bang li çapemenî û raya giştî ya hestyar kir:
"Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li erdnîgariya me, bi taybetî jî li Cizîrê hişyar û hestyar be. Em bang li rêxistinên civakî yên demokratîk û sivîl dikin, ku nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin û xwedî li gelê Cizîrê derkevin."