Wekîlên HDP’î ji bo 2’yê Tîrmehê banga li Sêwazê bin kirin

Parlementerên HDP’ê Zeynel Ozen û Kemal Bulbûl diyar kir ku Qetlîama Sêwazê di bin çavdêriya dewletê de hate kirin û bang kir ku 2’yê Tîrmehê li Sêwazê bin.

Parlamenterên HDP’ê Zeynel Ozen û Kemal Bulbul, derbarê Komkujiya Sêwazê li meclisê civîna çapameniya lidar xistin. Di civînê de pankarta ku wêneyên kesên li Otela Madimakê jiyana xwe ji dest dabûn li ser vekirin.

Parlamentere HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, bibîr xist ku 27 sal di ser komkujiyê re derbas bûye û wiha got: “Me hovîtiya ku pêk hatiye ji bîr nekiriye. Beriya 27 salan li gel ku tu li kuçeyê xebateke tunebû jî Şaredariya Sêwazê bi qamyonan keviran anîn li cem Otela Madimakê vala kir. Beriya komkujiyê çapameniya herêmî banga komkujiyê kir. Dewletê 8 saetan komkujiyê zindî weşand. Komkujî di bin çavdêrî û agahiya dewletê de pêk hat. Kujer li Sêwazê jiyana xwe domandin. Doza ku kujer ji dihatin darizandin ji demboriyê ket. Di komkujiya de ku di bin kontrola dewletê de pêk hat bersûcan cezayê pêwîst negirt. Ev komkujî îro jî di dilê hemû canan de êşeke. Em ê di 2’ê Tîrmehê de weke Komîsyon Gel û Baweriyan bi tevlîbûneke xurt li Sêwazê bin.”

Parlamentere HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul jî diyar kir ku Komkujiya Çorûm û Madimakê weke Komkujiya Dersim, Mereş, Meletî, Gezî û Gaziyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tuneye. Kesên ku sûcên mirovahiyê dikin nikarin ji aliyê Serokkomar û Serokwezîr ve bên efûkirin. Dijberiya sûcê mirovahiyê peywira sincî, mirovî û siyasî ya her mirovî ye. Di 2’ê Tîrmehê de hatina Sêwazê peywireke.”