Wekîlên HDP’ê bertek nîşanî qedexeyên li Colemêrgê dan
Zeydan, Irmak û Botan ên HDP’yî, li hember “Qedexeya kolanan” a li Colemêrgê bertek nîşan dan, daxwaza rakirina dorpêçê kirin.
Zeydan, Irmak û Botan ên HDP’yî, li hember “Qedexeya kolanan” a li Colemêrgê bertek nîşan dan, daxwaza rakirina dorpêçê kirin.
Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan, Selma Irmak û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkîldarî “qedexeya kolanan” a li Colemêrgê, li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Qedexe û hilweşandinên li Colemêrg, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya û Sûrê berdewam dikin, ev sedemên cidî yên îxlalkirina mafê mirovan in.” Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Li Colemêrgê ev 2 meh in ‘qedexeya kolanan’ berdewam dikin. Ji ber qedexeyan, bajarokên Esendere û Derecîk, gelê navçeya Şemzînanê, bi mexdûriyeteke pir mezin re rû bi rû ne. Bi taybet herêmên dikevin aliyê pira nû û qadên derdora nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê, bi qedexeya kolanan re û avakirina qereqolên nû, danîna qedexeyên di têketin û derketinê rê de ambargoyekî mezin danîne li ser gelê herêmê. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyekî civakî pêk were û dorpêça ku li ser gelê Kurd bê rakirin, divê demildest dawî li qedexeyan werin. Ji roja ku di bin navê ‘ qedexeya kolanan” de her ku diçe rayedarên hikûmetê ji aştiya civakî dûr dikevin û di bin qanûnên avadankirinê welat vegerandina cihê kargehan û li pey rantê dibezin. Bi van polîtîkayên xwe yên qirêj ve gel mexdûr dikin. Di pirsgirêka Kurd de ji çareseriyên demokratîk û siyasî dûr ketine, pirsgirêkê hê kûtir dike û ji windakirin û cihêbûna welat zêdetir tiştekî din bi xwere nîne. Desthilatdar bi qanûnên qedexe û OHAL’ê ya li Kurdistanê, ne çareseriyê, lê neçareserkirinê zêdetir dike.”
‘BÊJER LI PEY ŞOVAN IN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rexmê beriya mehekê Wezîrê Karên Hundir diyar kiribû ku “Operasyon bi dawî bûn” malên li navçeyê yek bi yek hatin şewitandin û texrîpkirin, wiha dewam kir: “Tê gotin ku heta niha 5 hezar mal hatine şewitandin û hilweşandin. Rê nadin ku em hilbijartî û saziyên civaka sivîl (SCS) jî bikevin navçeyê, leşkerên dewletê li gel rojnamevanan û bêjeran şovê didin kirin.”
Her wiha ev hatin gotin ku “qedexeya kolanan” bandorê li hilberîn, ekonomî û lawirvaniyê jî kirine.
Daxuyaniyê hişyariya ku “Hêzên dewletê yên ku li navçeyê dibistanan vediguherînin bargehan û Tirkiye wê di qada navneteweyî de ji dadgehan rizgar nebe.”
DAXWAZA MUZAKEREYAN
Parlamenterên HDP’î, divê pêvajoya şer ji bo hê zêdetir cihêbûn pêk neyê, daxwaz kirin ku vegerin ser maseyê û muzakereyan bikin.