Wekîlên Ewropî serdana berxwedêrên Strasboûrgê kirin

Parlamentera Îrlandayî û girtiya berê Martîna Anderson parlamentera ji Partiya Karker a Îngilîstanê Jûlîe Ward, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.

Ji Parlamenta Ewropayê wekîla Îrlanda Bakur Martîna Anderson û parlamentera Partiya Karker a Îngilîstanê Jûlîe Ward serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.

Martîna Anderson di dema serdanê de got, "Bi navê Sînn Feînê em bi berpirsyariyên xwe radibin, lewma li vir in û di mijara pirsgirêka Kurd de bi rengekî çalak tevdigerin."

'EZ GELÊ KURD BAŞ FÊHM DIKIM'

Anderson diyar kir, bi navê Koma Çepa Yekbûyî ya Ewropayê/Çep Kes a Bakur (GUE/NGL) wan mijar gelek caran xistine rojeva Parlamenta Ewropayê û anî ziman ku wê van hewldanên xwe bidomînin.

Anderson bi dewamî got, "Em bi xwe ji Îrlandayê me û van çalakiyên greva birçîbûnê baş fêhm dikim. Sala 1981'ê me 10 hevalên xwe yên girtî di greva birçîbûnê de ji dest dabûn. Wekî din, em têkoşîna aştiyê baş fêhm dikin. Ez bi xwe girtiyeke berê me. Mîchael Rogan ku bi min re ye, ew jî girtiyekî berê ye. 13,5 salan di girtîgehê de mam."

Anderson destnîşan kir, di demên zehmet ên têkoşînê de tiştên ku 'nepêkan e' tên dîtin, pêk tên.

BAL KIŞAND SER HIN HÊZÊN DURÛ YÊN LI PARLAMENTA EWROPAYÊ

Parlamentera ji Partiya Karker a Îngilîstanê Jûlîe Ward jî anî ziman ku di mijara Ocalan û pirsgirêka Kurd de ew hewl didin û bal kişand ser rewşa Leyla Guven. Ward diyar kir ku jinên Kurd xurt in û vê hêza xwe jî ji Ocalan digirin.

Ward bal kişand ser hin hêzên li nava Parlamenta Ewropayê ku di nêzîkatiyên polîtîk ên der barê Tirkiyeyê de bi rengekî berjewendîperest tevdigerin û got, "Mixabin parlament ji aliyê mirovên durû ve hatiye dorpêçkirin. Naxwazin ku em bi ser Tirkiyeyê ve biçin; ew bi xwe jî zanin ku Tirkiye ne welatekî ewle ye. Lê belê ji ber gelek mijarên weke Peymana Penaberan, naxwazin bi ser de biçin."

Bi navê çalakgeran jî Mûstafa Sarikaya spasiya parlamenteran kir û got, ew piştgiriya parlamentera ji Îrlanda Bakur watedar dibînin.

Sarikaya anî ziman, saziyên Ewropayê di nava kiryarên tecrîd û komploya navneteweyî de cih digirin û got, "Yên ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin, li Îmraliyê jî sîstema tecrîdê ava kirin."

Sarikaya diyar kir, gelê Kurd di pêvajoyên zehmet de ye û destnîşan kir ku baweriya wan a bi serketina berxwedana greva birçîbûnê zêde ye.

ÎKE: DIVÊ HEWLDAN BÊN ZÊDEKIRIN

Ji çalakgeran Gulîstan Îke jî anî ziman ku hewldanên dostên gelê Kurd li pêş çavan e, lê belê têrker nînin û bi bîr xist ku bi taybetî rewşa Leyla Guven li asta krîtîk e. Îke ji bo CPT bikeve nava tevgerê, xwest ku li Parlamenta Ewropayê û Konseya Ewropayê hîn bêhtir kar bê kirin.

Ji çalakgeran Kardo Bokanî jî anî ziman, rizgarkirina jiyana wan û bi sedan girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne, di destê parlamenterên Parlamenta Ewropayê û civaka navneteweyî de ye. Bokanî bi bîr xist, li gorî peymanên Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine qebûlkirin, mafê her girtî ye ku hefteyê saetekê hevdîtinê bike. Bokanî got, çalakî ancax bi bicihanîna daxwazên wan ên ji bo Ocalan dikare bi dawî bibe.