Wekîlên Elewî banga 'xweparastin' û 'rêxistinbûnê' kirin
Wekîlên HDP'yî Dogan û Togrûl nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî Elewiyan dan û banga mezinkirina xweparastin û rêxistinbûnê kirin.
Wekîlên HDP'yî Dogan û Togrûl nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî Elewiyan dan û banga mezinkirina xweparastin û rêxistinbûnê kirin.
Li dû hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, rewşa ji hevketinê ya dewleta Tirk dewam dike. Êrîşên zîhniyeta AKP/Qesrê ya li hemberî Elewiyan jî dewam dikin.
Komên nîjadperest ên li ser banga Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan daketin kolanan, êrîşî taxên Elewiyan kirin. Lê şêniyên taxan ev êrîşên nîjadperestan şikandin.
Di serî de bajarên Enqere, Meletî, Hatay û Stenbolê, Elewiyên li gelek herêman bi gefa faşîzma AKP/DAIŞ'ê rû bi rû ne.
DOGAN: DIVÊ EV PÊVAJO BAŞ WERE NIRXANDIN
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan ji ANF'ê er axivî û diyar kir, ew ji aliyê pîvanî ve li dijî darbeyên leşkerî ne. Dogan da xuyakirin, ku ji bo darbe rû nedin, divê nêzîkatiya berê ya li pirsgirêka Kurd, nêzîkatiya 'li ser bingeha ewlekariyê' bê terikandin.
Dogan her wiha hişyarî da ku êrîşên li hemberî Elewiyan wê rê li ber bûyerên mezintir ên civakî vekin û bi temamî pêşî li aştiya navxweyî bigire. Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan da zanîn, ku ji ber polîtîkayên AKP/Qesrê, Elewî hedef tên girtin û ev bang li Elewiyan kir:
"Divê Elewî rêxistinbûyîna xwe ya civakî xurt bikin. Girîng e ev pêvajo bi hesasî were nirxandin. Divê destûr ji bûyerên provokatîf re neyê dayîn û ji aliyê civakî ve piştî were xurtkirin."
TOGRÛL: DIVÊ ELEWî, KURD Û HÊZÊN DIN ÊN CIVAKÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî ji ANF'ê re got, AKP dixwaze ji hewldana darbeyê sûdê werbigire û anî ziman, ku ji bo vê yekê jî êrîşî Kurdan û Elewiyan dike.
Togrûl ev nirxandin kir: "AKP, bi îdîaya ol civakê li hemberî Elewiyan sor dike. Pêwîste Elewî xwe biparêze û gelên din ên bindest; Kurd, hindikayî xwe bi rêxistin bikin. Rêxistinbûyîna Elewiyan a nava xwe gelekî qels e û ji ber ku AKP wan weke xeleka qels dibîne, dixwaze di ser Elewiyan re civakê dîzayn bike. Bi rêya çeteyan êrîşa li hemberî Elewiyan wê aştiya navxweyî ku nîne, bêtir têk bibe. Divê Elewî rêxistinbûna xwe xurt bikin. Bûyerên ku diqewimin nîşan didin bê xweparastin çiqasî girîng e."