Wekîlên Alman: Girtina Kurdan derbe li aşitiyê dixe

Wekîlên Alman: Girtina Kurdan derbe li aşitiyê dixe

Parlementeêrn Alman Heidrun Dittrich, Andrej Hunko, Ulla Jelpke û Cansu Ozdemir bi daxuyaniyekê binçavkirina alîkarê Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdên Ewropayê û Endamê KNK’ê Yilmaz Orkan şermezar kirin û gotin: "Li sirgunê girtina siyasetmedarên Kurd derbeyeke li hemberî aşitiyê.” Wekîlan ji Ewropayê xwest ku li şûna girtinê di aşitiyê de rol bigire.

Alîkarê Serokê KON-KURD’ê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Yilmaz Orkan li balafirgeha Zaventen a Brukselê hate binçavkirin. Nerazîbûnên li dijî binçavkirina Orkan berdewam dikin. Herî dawî komek ji parlementerên Alman xwestin tavilê Yilmazê ku dê biçûya Forma Civakî ya Cîhanê ku li Tûnisê pêk tê serbest bê berdan.

'BILA ERWROPA JI BO AŞITIYÊ ROL BIGIRE'

Banga Endamên Meclîsa Federal a Alman Heidrun Dittrich, Andrej Hunko, Ulla Jelpke û Parlementera Meclîsa Hamburgê Cansu Ozdemir, ji aliyê Dr. Werner Ruf, Dr. Peter Stratynski û civaknas Martin Dozler ve jî hatin îmzekirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku welatên Ewropayê dest ji zextên li ser siyasmetmedarên Kurdan û krîmînalîzekirina Kurda berde û piştgiriyê bide pêvajoya aşitiyê ya ku di navber hukûmeta Tirk û PKK’ê de hatiye destpêkirin.

Koma parlementeran zextên li ser siyasetmedarên Kurd weke “derbekirina aşitiyê” bi nav kirin û xwestin welatên Ewropayê tevkariya pêvajoya aşitiyê bikin. Parlementeran got: “Bi vî awayî binçavkirina Yilmaz Orkan nayê qebûlkirin divê tavilê serbest bê berdan.” Her wiha hate destnîşan kirin ku banga Ocalan ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve weke pêngaveke dîrokî hatiye binavkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ger hukûmeta Tirk di serî de girtiyên nexweş, şaredar û parlementeran û hemû girtiyên siyasî yên Kurd serbest berde, dê feydeyeke pir mezin bide aşitiyê û gotin: “Bi heman awayi ev pêngav dê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê ya li Ewropyaê jî girîng be.”

 Orkan di çarçoveya biryarek a dadgeheke Spanî de hatiye binçavkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Spanyayê di heman çarçoveyê de meha sibatê li Spanya 6 û li Franseyê jî 17 Kurd di çarçoveya operasyona bi navê Kapadokyayê de hatine binçavkirin.