Nerazîbûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin. Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê Anders Osterberg destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk cihê fikarane.
Osterberg diyar kir, serketiyên herî mezin ên şerê li Sûriyeyê Rûsya û Îran in û got, "Ji ber ku her du welatan di şer de pozîsyona xwe xurt kirin. Yên ku di vî şerî de winda dikin gelên Sûriye û Tirkiyeyê ne. Berdêla şer li gelan tê birîn. Şer sedema hilweşînê ye û çareser nake. Em pêşniyarê li Tirkiyeyê dikin ku êrîşan rawestîne û maseya aştiyê ava bike û bi hêzên Kurdan re diyalogê bike."
Osterberg destnîşan kir ku ew dixwazin êrîş rawestin û Kurdên li Bakurê Sûriyeyê û hindikahiyên din çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.
Osterberg got, "Berpirsyariya welatên demokratîk e ku piştevaniya sîstema demokratîk a li wê deverê bikin. Swêd niha ne endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Lê belê bi welatên endam re xwedî têkiliyeke baş e. Lewma em ê ji wan welatan bixwazin ku mijarê bixin rojeva xwe."