Wekîlê Swêdî: Divê em Tirkiyeyê asteng bikin

Partiya Moderat (Mûxafazakar) a Swêdê ku partiya dost a AKP'ê bû nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da.

Partiya Moderat a Swêdê ku partiya dost a AKP'ê bû nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da.

Parlamenterê Partiyê Edward Rîedl pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk xwest Swêd bikeve nava liv û tevgerê.

Rîedl anî ziman ku ji dema destpêkirina hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê û vir ve sivîl û zarok tên kuştin û bi deh hezaran mirov neçar man ku birevin herêmên sînor. Rîedl got, "Kurdên ku beriya niha li dijî Dewleta Îslamê şer dikirin êrîş li wan tê kirin. Xiyaneteke mezin e ku dinya ji bo rawestandina van êrîşan tiştekî nake."

Rîedl her wiha ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde xwest ku eger Tirkiye leşkerê xwe venekişîne ji bo pêkanînên giran bikeve nava liv û tevgerê.