'Weke min bi hezaran mirovên bêguh li girtîgehê hene'

'Weke min bi hezaran mirovên bêguh li girtîgehê hene'

Firoşkarê alê Alî Sariçîçek ê di bûyerên Parka Geziyê de bi îdîaya li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînê derketiye û li hemberî polîs rawestiyaye hat girtin û piştî 10 rojan li girtîgeha Tîpa T 1 a Metrîsê hat ragirtin, serbest hat berdan. Sariçîçek da xuyakirin ku weke wî bi hezaran mirovên bêguhan li girtîgehê tên ragirtin.

Firoşkarê alê Aîl Sariçîçek ê di bûyerên Gezî de hat binçavkirin, zilma hat serê xwe ji ANF'ê re vegot. Alî Sariçîçek di 6'ê Tîrmeha sala 2013'an de dema ji bo alê li Taksîmê bifiroşe ji Kûştepe ya Şîşlî ji mala xwe derdiket, nizanîbû wê çi bê serê wî. Sariçîçek bi kurê xwe yê 15 salî Selamî re hat Kolana Îstîklalê û xwest 30-40 lîreyê qezenç bike û pariyek nan bibe malê. Lê belê bi êrîşa polîsan re her tişt tevlîhev bû.

'NE DAYIKA MIN MA NE JÎ HEVSERA MIN'

Sarçîçek bûyerên hat serê wî, weha anî ziman: "Tevî ku dît ez firoşkarekî alê me, TOMA'yê ava şid berda min. Dema ji avê reviyam, min xwe li kolana Mîsê dît. Li vê derê jî tîmên taybet ên polîsan ji serê kolanê bombeyên gazî û fîşekên plastîk berdidan. Fîşekek plastîk li min ket. Hem min êş dikşand hem jî nekarî hilmê bistînim. Kesek hat hewara min, lê hindik mabû ez ji kolanê derkevim polîs bi bez xwed gihandin me û tevî ku min ji wan re got, ez firoşkarekî alê me jî bi lêdanê ez kirim binçavan. Li wê derê du tûrîstên Emerîkî jî rawestandin, lê belê li pasaporta wan temaşe kirin û ew berdan. Min jî ji wan re got; ew cotstandartî dikin û ji bo li vî welatî hilmeke rehet bistînin divê em bibin tûrîstên Emerîkî. Li ser vê yekê ne dayika min ma ne jî hevsera min, xeberên ewçend nexweş dan ku ez matmayî mam. Bi lêdanê, ez xistim otobusa polîsan.

Li Muduriyeta Şaxê Ewlekariyê ya Emniyeta Stenbolê jî zilmê dewam kir. Min mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî. Mîna ku gunehkarekî ji mêj ve me, bi tenê derpiyê kin li min hiştin, min tazî kirin û li min geriyan. Xwarin nedan me, me nekarî cigare bikişînin, êşkenceya psîkolojîk li me dikirin."

PARÊZERN NAN Û AV ANÎN, LÊDAN XWARIN

Sariçîçek diyar kri ku li Edliya Çaglayanê ku ji bo derketin pêşberî dadgehê ew anîbûn wê derê, polîsan li wir li du parêzeran dan û got, "Dema di binê çavan de bûm, du parêzerên jin nan û av ji me re anîn. Polîsan nan û av nedan me, di ser de jî li herdu parêzerên jin xistin."

Sariçîçek ragihand ku pergaleke bi vî rengî ya edaletê nabe û diyar kir ku kesên bi sator tên berdan, lê mirovên bê guneh tên girtin. Sariçîçek da xuyakirin ku di dewsa bi delîlan xwe bigihînin sûcdaran, bi kesên li gorî wan sûcdarin hewl didin delîlan peyda bikin. Sariçîçek diyar kir ku polîs bi derewan raporê amade dikin û mîna ku ji destpêka bûyerê ve ew li Taksîmê bû û saet di 19.30 de hatiye binçavkirin, di rapora polîsan de hatiye nivîsandin. Sarçîçek diyar kir ku ew saet di 21.00 de li kolana Mîsê hatiye binçavkirin û destnîşan kir ku li girtîgeha Metrîsê bi hezaran mirovên bêguneh hene ku tên ragirtin. Sariçîçek got, "Ez 9 rojan tê de mam û derketim. Lê bi hezaran mirov bi bêgunehî bi salan li girtîgehê tên ragirtin. Piştî ku min dît pergala dadgeriyê bi vî rengî ye, êdî berî mirovekî sûcdar bikim, ezê 2 caran bifikirim. Ji ber ku vana mirovên ne sûcdarin jî dikin sûcdar."

Parêzera Alî Sariçîçek Tulay Odabaşi jî da xuyakirin ku ewê hesabê girtina neheqî destpêkê li Dadgeha Destûra Bingehîn bipirsîn û eger pêwîst bike ewê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.