Weber: Divê guşarên aborî li ser Tirkiyeyê bê kirin

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa (EPP) a Parlementoya Ewropayê Manfred Weber ê nerazîbûnên tund li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin da, daxwaz kir ku guşarên aborî li ser Enqerê bê pêkanîn.

Siyasetmedarên Ewropî bi tenê şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têr nabînin û daxwaz dikin ku gavên şênber bên avêtin û fatûreya vê ji rejîma Enqerê bê standin. Herî dawî Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa (EPP) a Parlementoya Ewropayê Manfred Weber bang kir.

Endamê Yekîtiya Sosyalîst a Xiristiyan (CDÛ) Weber ê diyar kir ku divê encamên êrîşa dewleta Tirk dayî destpêkirin hebe, daxwaza sepandina guşarên aborî li ser Tirkiyeyê kir û got: “ Ji ber tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê dayî destpêkirin di nava fikarên cidî de me.” Weber da xuyakirin ku divê piştî êrîşan têkiliyên Enqere-Brûksel mîna berê nebin.

Parlementerên komên din ên endamên PE’yê daxwaz kirin ku guşarên pratîk ên li dijî dewleta Tirk bên kirin. Serokê Koma Çep a MArtîn Schîrdewan û parlemetera endamê Keskan Hannah Neûman jî êrîşa dewleta Tirk tê wateya ‘binpêkirina hiqûqa navneteweyî’. Neûman got: “Divê ji niha û şûnde ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê danîn.”