Wê gel li deng û vîna xwe xwedî derkeve

Ev mercên niha bi tifaqa klîka faşîst a ku di 2015’an de ji aliyê AKP-MHP’ê ve bi hevpariyeke stratejîk bi ‘Plana Islahata Şarqê’ya duyemîn a bi navê ‘Plana Rûxandinê’ li Kurdistanê bi êrîşên qirkirinê bi awayekî tund xistin meriyetê hatin avakirin.

Gelê Kurdistanê di hilbijartinên herîmê yên 2009 û 2014’an de serkeftinên girîng bi dest xistin. Ev serkeftin ji hejmara çendaniya şaredariyên bi dest xistin bêhtir; tevî hemû hîle, fişar,qedexe, gef û astengiyên dewleta TC’ê ya qirker, tercîha gel a ku ji sindoqan derket bû.

Niha jî dê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî yên adara 2019’an de biçin ser sindoqan û tercîhên xwe bikin. Lê mercên hilbijartinên herêmî yên 2019’an, ji hilbijatrtinên 2009 û 2014’an cudatir in. Ev mercên niha bi tifaqa klîka faşîst a ku di 2015’an de ji aliyê AKP-MHP’ê ve bi hevpariyeke stratejîk bi ‘Plana Islahata Şarqê’ya duyemîn a bi navê ‘Plana Rûxandinê’ li Kurdistanê bi êrîşên qirkirinê bi awayekî tund xistin meriyetê hatin avakirin. Ev jî dide xuyakirin ku dê hilbijartinên herêmî yên 2019’an ji yên beriya xwe di mercên cudatir de pêk werin.

Klîka faşît a AKP-MHP’ê ji niha ve amadekariyên vê kirine. Bi awayekî hevpar kîjan namzet li kîjan bajarî nîşan bidin diyar kirine. A rast ev mijarên teknîkî ji berê de diyar kirine û li gorî vê jî dest bi xebatên xwe kirine. Ji van girîngtir jî ji bo encamên ku ew dixwazin ji sinsoqan derbixin tiştên ku bikin diyar kirine û ketine nav liv û tevgerê. Ev jî ji girîngîpêdayîna klîka faşîst a AKP-MHP’ê ya ji bo hilbijartinên herêmî tê.

Faşîzma AKP-MHP’ê girîngiya rola hilbijartinên herêmî yên adara 2019’an ji bo diyarkirina dema mayîna xwe ya li ser desthilatê dibînin. Ji ber vê yekê jî bi armanca ku teqez bi ser bikevin ji berê de dest bi amadehiyan kirine. Daxuyaniyên R.T. Erdogan û Dewlet Bahçelî vê rastiyê piştrast dikin. Wek hilbijartinên berê niha jî gotina ‘Pirsgirêka hebûna dewletê’bi kar tînin. Piştî ku van gotinan anîn ziman jixweber diyar dibe ku dê çi bikin. Gotina ‘Wexta ku mijar hebûna dewletê be wekî din her tişt hûrgilî ne’ jî dide xuyakirin ku her tiştî dikarin bikin. Bi van gotinên xwe dixwazin hişmendiyeke ku kes nikare li pêşiya wan bisekine di civakê de ava bikin, da ku bi vî awayî bigihîjin armancên xwe.

Ji ber vê ye ku çi gelê Kurdistanê, çi jî şoreşger û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê bibînin ku dê encamên van hilbijartinan ji yên din cudatir bin û divê amadekariyên xwe jî li gorî vê peywir û berpirsyariyê pêk bînin. Jixwe ne pêkan e mirov li benda dewleteke mîna TC’ê ya qirker, mêtinger û faşîst ku hilbijartineke herêmî ji bo xwe wek ‘hebûnê’dibîne be ku helwesteke cuda nîşan bide.

Di vê mijarê de dikarin ji referanduma ku pêk hat û hilbijartinên berê encaman derbixin. Klîka faşîst a AKP-MHP’ê bi bikaranîna derfetên dewletê ji bo encamên dixwestin ji sindoqan derbixin çi ji destê wan hatibû kiribûn û gihîştibûn armanca xwe. Ev ji bo wan ne tenê qezenckirina hilbijartinekê bû. Û ev ji bo wan dihat wateya bêalternatîfbûna wan û bêçarehiştina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û bi vî awayî jî mewziyek din qezenc dikirin. Ji ber vê ye ku di ev hilbijartinên herêmî de jî dê hîle, gef, fişaran û hwd. zêdetir bikin û sepanên nû jî lê zêde bikin.

Lê belê divê mirov nebêje û nefikire ku faşîzma AKP-MHP’ê bi ev pêkanînên xwe yên di hilbijartinên herêmî de ew ê encamên ku dixwaze bi dest bixe. Jixwe faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze di civakê di ser hêzên şoreşger, demokrasî û azadîxwaz û kesên ku li hemberî wan muxalefetê dikin de hişmediyeke ku ‘Kes nikare li ber wan bisekine’, ‘Ji xeynî teslîmbûnê tu vebijêrkeke wan tune ye’biafirîne û bi vê yekê jî bandorekê li ser wan bike da ku li gorî daxwazên wê tevbegerin.

Wek ku berê jî hat kirin, niha jî dikare êrîşên şerê psikoljîk yên bi vî rengî yên faşîzma AKP-MHP’ê vala bên derxistin û nehêlin ku bigihîjin armancên xwe. Mercên vê hene û ku ji hilbijartinên berê dersên pêwîst bên derxistin ev pêkan e jî. Ji ber ku hilbijatinên herêmî ne û bi xwedîderketina gel a dengên xwe ku bendorê li encaman dike, derfet dide vê. Gel berê jî li dengê xwe xwedî derketibû; li hemberî encamên ku bi hîle û lîstikan derxistinbûn nepejirandibûn û bi vê nehiştibûn ku derewên wan bi ser bikevin. Di dawiyê de bi destê gel dad û maf bi pêk hatibûn. Dikarin di hilbijartinên herêmî yên adara 2019’yan de jî vê pêk bînin.

Çavkanî: e rojname