Waliyê OHAL’ê yê berê Kozakçioglu întîxar kir

Waliyê OHAL’ê yê berê Kozakçioglu întîxar kir

Hate hînbûn ku Waltiyê berê yê OHAL’ê Hayrî Kozakçioglu bi çeka ku aydê wî bû xwe kuştiye.

Waltiyê berê yê OHAL’ê Hayrî Kozakçioglu (75) li mala xwe ya Sariyer a Reşîtpaşa a Stenbolê mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên destpêkê yên hatine bidestxistin, Kozakçioglu bi çeka ku aydê wî bû gule berdaye dilê xwe. Hate diayr kirin ku Kozakçioglu di encama vê de miriye.

Tebançeya Kozakçioglu ligel wî ketibû û ev jî îdiaya ku wî xwe kuştiye nîşan dide.  Çavkaniyên midûriyeta polîsan ev îdia piştrast kirin.

Hat hînbû ku Kozakçioglu li gorî saeta herêmê saet  li dora 11.00’an xwe kuştiye. Hat hînbûn ku dema Kozakçioglu xwe kuştiye hevsera wî jî li mal bûye.

Polîs çûn cihê bûyerê û li vîlayê lêkolînê dikin.  Keça Hayrî Kozakçioglu çawa agahî girt çû malê.  Polîsan li dora malê tedbîrên ewlehiyê girtin.

 HAYRÎ KOZAKÇIOGLU KÎ YE?

Hayrî Kozakçioglu her tim navê wî bi sûcên wekê îşkence, înfaza bê daraz, revandin, çetevanî û pere li ser xwe xistinê tê zanîn. Di 1938’an de li Alaşehîr a Manîsayê hat dinê. Dibistana seretayî û navî li Alaşehîr û lîse j îli Îzmîrê xwend. Di 1955’an de ji Lîseya Atatur a Îzmîrê mezun bû.

Fakulteya Zanistên siyasî qedan.  Heman salê  ji wezareta dadê wek emdamtiya qeymeqam  dest bi peywirê kir.

Li Çamlihemşîn, Ardeşen, Delîce, Çunguş, Çinar, Kepsut û Gokçeada qeymeqamtî kir.  Di 1970’an de tayînê Mufetişiya Mulkiyê û piştre Mufetişiya sereke bû.  Di 1978’an de bû waliyê Erziromê.

Piştre bi kadoya Walitiyê derbasî peywira Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bû.  Piştî 12’ê îlana 1980 bû Waliyê Edenê.  Piştre walitiya Sakaryayê kir.  Di 12’ê Çileyê 1987’an de ji bo Walitiya Medê hatpeywirdarkirin. Dema ev peywir dimeşand di 12’ê çileyê 1987’an de wek Waltiyê Herêma OHAL’ê hat dayîkirin.

PERE DABÛ SER HESABÊ XWE

Dema walitiyê Stenbolê bû hat îdiakirin ku 2 mîlyar lîra daye ser hesabê xwe. Serokwezîra Demî Tansu Çîler banga îstîfayê li Kozakçioglu kir.  Suleyman Demîrel diyar kiribû ku pere ji bo têkoşîna li hemberî terorê hatiye dayîn, lê ger bê aşkerakirin ji bo çi hatiye xerckirin dê dewlet bikeve tengasiyê. Kozakçioglu dema 20’emîn de wek parlamenterê DYP’ê yê Stenbolê hat hilbijartin. Zewicandiye û bavê 3 zarokane.  Di 19’ê nîsana 1999’an de di dema 21’emîn de wek parlamenterê Stenbolê ket meclisê.