Waliyê Kerkûkê: Li ser encamên hilbijartinê şik hene

Waliyê Kerkûkê Raka Seîd ragihand ku ji ber îdîaya ku li ser hilbijartina giştî şik hene, ew encamên hilbijartinê red dikin.

Walî Raka Seîd li Kerkûkê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, welatiyan pê derxistine ku li ser hilbijartina 12’ê Gulanê şik û guman hene û piştî ku ev hate çespandin bi hezaran welatî bi rojane çalakiyan dikin.

Seîd got ew encamên hilbijartinê yên ku şik û guman li ser heye red dikin, ji ber sedema ku di hilbijartinê de dek û dolab hatine gerandin di navbeyna hilbijêr û komîseriya hilbijartinê de nebaweriyekê rû daye û got: ‘’Li gel ku encamên teqez hatine ragihandin jî, em hê jî dixwazin ku pelikên dengan bi destan werin jimartin. Mixabin, tiştên ku dibin ziyanê  dide aştiya di navbeyna komên etnîk de, ên ku li Kerkûkê dijîn.’’

Seîd got bi sedan sendoqên hilbijartinê hê jî li wan navendan in, ku deng lê hatibû bikaranîn û got: ‘’Tam 306 sendoq hene ku hê neanîna komîseriya hilbijartinê ya Kerkûkê û pelikên dengan nehatine jimartin. Hê ne diyar e bê ka di nav van sendoqan de ji kîjan partiyê re çend deng derketine.’’