Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeyê ji bo Denîz Fenerî seferber bûn

Tê gotin, bi erêkirina Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr, wê di bin navê 'projeya dibistana başiyê' de Komeleya Denîz Fenerî ji bo xwendekarên dibistana navîn alîkariyê kom bike.

Tê gotin, bi erêkirina Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr, wê di bin navê 'projeya dibistana başiyê' de Komeleya Denîz Fenerî ji bo xwendekarên dibistana navîn alîkariyê kom bike. Endamê Desteya Rêveberiya Hejmara 4. a Stenbolê ya Tum-Bel-Sen a ser bi KESK'ê bavê xwendekarekî Cengîz Saglam ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li Dibistana Navîn a Reşat Nûrî Guntekîn a Kadikoy Koşûyolû, bêyî agahiya mamosteyan jê hebe, li xwendekaran belgeya 'destûra malbatan' a ji bo tevlîbûna vê konferansê hatiye belavkirin. Saglam bibîr xist, heman prosedur beriya niha li gelek dibistanên Stenbolê hat kirin û da xuyakiri, ku di bin navê konferansê de qumbere li zarokan tên belavkirin û ji bo Komeleya Denîz Fenerî alîkarî tê berhevkirin.

'WALÎTÎ Û PERWERDEYA MILÎ SÛC DIKIN'

Komeleya Denîz Fenerî ya ku bi karên xwe yên nelirê ket rojevê, vê carê bi rêya Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Stenbolê çav berdaye pere-xerciyên di bêrîka xwendevanan de. Komeleya Denîz Fenerî di çarçoveya 'projeya dibistana başiyê' de konfearnsekê lidar dixe û tê gotin wê bi vê rêyê ji zarokên li dibistana navîn dixwînin, alîkariya pereyan kom bike. Endamê Desteya Rêveberiya Hejmara 4. a Stenbolê ya Tum-Bel-Sen a ser bi KESK'ê bavê xwendekarekî Cengîz Saglam diyar kir, li Dibistana Navîn a Reşat Nûrî Guntekîn a Kadikoy Koşûyolû, bêyî agahiya mamosteyan jê hebe, li xwendekaran belgeya 'destûra malbatan' a ji bo tevlîbûna vê konferansê hatiye belavkirin. Saglam da zanîn ew ji malbatan bi vê rewşê hesiya ye û got, "Dema min bihîst, yekser min ji kurê xwe ev belgeya destûrê pirsî. Di belgeyê de min dît ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ve hatiye erêkirin. Li ser vê yekê min dest bi lêkolînê kir."

Saglam diyar kir, di encama lêkolînên xwe de tespît kiriye ku Komeleya Denîz Fenerî di bin navê 'projeya dibistana başiyê' de li gelek dibistanên Stenbolê konferansan lidar dixe û piştî van konferansan qumbereyan li zarokan belav dikin û alîkariyê bi wan dide komkirin. Saglam ev rewş ji rêveberên Şaxê 2. ê Egîtîm-Sen a Stenbolê re ragihand û got, "Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî bi rengekî fermî sûc dikin. Ji bo Komeleya Denîz Fenerî ya ji ber karên ne li rê li derveyî welat hatiye mehkûmkirin, zarokên me bi kar tînin."

'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU ÇAV BERDIN XERCIYÊN ZAROKÊN ME'

Saglam anî ziman, ku ji bo li ser vê rewşê baxive tevî hin malbatên xwendekaran ew bi Midûrê Dibistana Navîn a Koşûyolû reşat Nûrî Guntekîn re rûniştine û midûr ji malbatan re gotiye, "Ji xwe wê tevlî konferansê nebin. Em ê jî ji Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî re nivîsekê bişînin û bêjin, ji dibistana me kes tevlî nabe". Saglam da xuyakirin, ku midûrê dibistanê bi vê gotinê re hewl daye bûyerê binixumîne.

Saglam got, "Çav berdane xerciyên di bêrîka zarokên me de. Armanca wan ew e ku bi rêya zarokên me xwe bigihînin me malbatan û bikin ku ji bo perwerdeya olî û rantî, alîkariyê ji me bigirin." Saglam da zanîn, tevî Egîtîm-Sen Şaxê Stenbolê Hejmara 2. ew ê roja Înê li ber dibistanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û got, "Em ê destûrê nedin siberoj û hestên zarokên me bên talankirin."

...