Vîrusa Ebola li Sîerra Leone di rojekê de 121 kes kuşt

Vîrusa Ebola li Sîerra Leone di rojekê de 121 kes kuşt

Di Şemiya buhrî de li Sîerra Leone, 121 kes ji ber vîrûsa Ebola jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes bi nexweşiya ebola ketin.

Li gorî îstatîstikên serwîsên tenduristiyê roja Şemiyê 121 kes ji ber vîrusa ebola jiyana xwe ji dest dan. Heman rojê bi dehan kes bi nexweşiyê ketin. Bi vê bîlançoya dramatîk re ji roja ku nexweşî hatiye destpêkirin heta niha roja herî zêde ku kes ji vê nexweşiyê mirin bû.

Li gorî daneyên ku operasyonên lezgîn daye, li Sîerra Leone ji ber nexweşiya Ebola hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştine 678’an û 81 kesên din jî bi vê nexweşiyê ketine.

Li gorî bîlançoya hefteya buhrî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê  ji yekê Cotmehê heta niha li Rojavayê Afrîka û DYA’yê bi giştî 7.492 kes bi nexweşiyê ketine û 3.439 kesî jiyana xwe ji dest daye.