Vîllûmsen: Divê Tirkiye ji nava NATO'yê bê derxistin

Parlamenterê Danîmarkî yê Yekîtiya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsen xwest, dewleta Tirk a ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê êrîşî Kurdan dike ji nava NATO'yê bê derxistin.

Endamê Lîsteya Yekîtiyê (Enhetslîstan) û Parlamenterê Ewropayê Vîllûmsen ji medya Danîmarkayê re der barê dagirkeriya dewleta Tirk axivî û diyar kir, Erdogan wê deriyê Ewropayê û Rojhilata Navîn li DAÎŞ'iyan veke û encamên vê jî wê giran be.

Vîllûmsen diyar kir, ku ya Erdogan li hevalbendê wan Kurdan dike wê bibe sedem ku bi sed hezaran mirov herêmê biterikînin û got, "Ew deriyê Rojhilata Navîn û Ewropayê li Dewleta Îslamê vedike. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Vîllûmsen xwest, Tirkiye ji nava NATO'yê bê derxistin.