Villumsen çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê parve kir
Villumsen çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê parve kir
Villumsen çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê parve kir
Parlamenterê Danîmarkî Nikoloj Villumsen ê çû ser sînor Kobanê û lêkolîn kir, çavdêriyên xwe bi civînekê parve kir.
Heyete ji nûnerên Partiya Çep a Ewroapyê (European Left) berî du hefteyan ji bo sê rojan Bakurê Kurdistanê ziyaret kir. Parlamenterê Partiya Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarkayê yê Enhedlisten Nikolaj Villumsen jî di nava heyetê de cih digirt. Villumsen, çavdêriyên xwe yen li Kurdistanê, bi civîneke gel a li Navenda Çanda Kurd, parve kir.
Villumsen ragihand ku li gel Pirsûsê wî kampên Êzidiyan ên li navenda Amedê jî ziyaret kiriye û got, "Bi heyetê re me bi nûnerên gelek saziyên Kurdan re hevdîtin kirin."
Villumsen anî ziman ku dewleta Tirk alîkariyê nade Kurdên ji Kobanê û Şengalê hatine, berevajî alîkariyên tên dayîn asteng dike. Villumsen da zanîn ku gelek doktor û xebatkarên tenduristiyê dixwazin alîkariyê bidin penaberan, lê belê dewleta Tirk bi fermannameya piştî bûyerên Gezî belav kirî re, pêşî li hewldanên alîkariyê yên xebatkarên tenduristiyê digire.
Villumsen da xuyakirin ku di serî de hikûmeta Danîmarkayê wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê der heqê rewşa mirovên ji Şengal û Kobanê hatine Tirkiyeyê pirs pirsîne û agahî ji wan re hatiye dayîn ku her tişt di rê de dimeşe.
Villumsen da zanîn ku ew berî du hefteyan çûye Kurdistanê û çavên xwe dîtiye ku her tişt di rê de nameşe û got, "Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Ji ber ku panzer her roj êrîşî mirovên li ser sînor dixwazin alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yê ji Kobanê dikin û her roj bi sedan leşker û polîs di nava tevgerê de ne. Ev yek nîşan dide ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye."