Serokê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Celalettîn Bîrtane û Serokê Desteya Bicihanînê ya Karsazên Ciwan ên Amedê yên TOBB'ê Halîs Bîlen, nerazîbûn nîşan dan ku ji 71. Civata Giştî ya TOBB'ê re AKP, CHP û MHP hatine vexwendin, lê HDP nehatiye vexwendin.
Di daxuyaniya hevpar a Bîrtane û Bîlen de venexwendina HDP'ê ji Civata Giştî ya TOBB'ê re hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê pêvajoya ku pêwîstiya welatê me herî zêde bi hevgirtin û tevlîkariyê heye de, girîng e her şêwe nêzîkatî û helwestên rê li ber nêrîna dervehiştinê vekin, werin terikandin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê TOBB ji niha û pê ve di hemû civîn, organîzasyon û xebatên xwe de nekeve nava helwesteke ku xwe li aliyekî nîşan dide yan jî bi dervehiştina partiyeke siyasî re aliyekî ji xwe nebîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê mijarê de, der heqê van helwestên bi vî rengî yên berê hatin kirin de, em li bendê ne ku rêxistina me ya sîwanî TOBB daxuyaniyekê bide."