Vekirina buroyên hilbijartinê yên li Wanê vegerî mîtîngê

Xebatên hilbijartinê ya rêxistinê HDP’ê ya bajarê Wanê dom dike. Di çarçoveya van xebatan de Meclîsa Jinan a HDP’ê meşeke bi erebaneyan lidar xist, bi hezaran kes jî tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Îpekyolûyê bûn.

Gel eleqeyek mezin nîşanî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dike. Her cihê ku rêveberên HDP’ê û DBP’ê diçinê, bi konvoy, çepik û tilîliyan tê pêşwazîkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê meşek bi erebaneyan lidar xist. Piştre jî Hevseroka HDP’ê ya bajar Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê ya bajar Ayla Tarhan û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de li Sûka Rûs û Ewropa bi gel re civiyan.

Hevseroka HDP’ê ya bajar Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê ya bajar Ayla Tarhan, Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, endamên PM ên HDP û DBP’ê, Aktivîstên TJA, Dayikên Aştiyê piştre tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Îpekyolûyê bûn. Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan ê di vekirina buroyê de axivî, anî ziman ku rêya HDP’ê rêya herî vekirî û rast e. Atalan got: “Dîmenên li vir vê rastiyê ji bo me diyar dike. wê têkoşîna me li dijî zilm û qirkirinê dom bike.”

Piştî axaftinan buro hate vekirin. Gel li ber dihol û zirneyan govend gerandin.