Vê carê êriş birin ser tirbe û gorên li Heskîfê

Dewleta Tirk ku bi rêk û pêk êrişê dibe ser goristanan vê carê li gundê Şemse yê Heskîê êriş bir ser tirbe û gorên li derdorê. Ala Tirk bi darên li derdora goristanê ve kirin.

Leşkerên Tirk li gundê Şemsê yê Navçeya Heskifê ya Êlihê ewil goristan bi maşîneyên zirxî xera kirin.

Leşkeran piştî goristan xera kirin vê carê tirba dîrokî hilweşandin û ala tirk bi tirbê û darên li nava goristanê daliqandin.

Leşkeran hefteya borî goristan hilweşandibûn û zerar dabûn goristanê. Leşkeran carek din Tirba Şêx Îbrahim ku ji aliyê gel ve wekî tirba pîroz tê zanîn xera kirin û ala tirk li ser wê daliqandin.

Gundiyên ku beriya qedexeya derketina kolanan xwestin tirbê ziyaret bikin, diyar kirin ku dema çûn goristan û Tirba Şêx Îbrahim ziyaret kirin, dîtin ku tirb û goristan hatiye rûxandin û ala tirk bi tirbê û darên li nava goristanê hatiye daliqandin.

Hevserokê Şaxa MEBYA-DER'ê Ahmet Yaşar, diyar kir ku di roja arîfeya cejnê de jî gorên wan tehamul nakin û wiha got: “AKP xwe dîndar dide naskirin. Lê tehamula wê ji gorên Kurdan û kesên oldar û xwedî dîrok û çand re tune ye. Tu îzahata vê yekê tune ye. Ji ber kurd in êrîş dikin. Em wekî MEBYA-DER'ê vê êrîşê qebûl nakin û em ê serî li rê û rêbazên hiqûqî û zagonî bidin."