Vatîkan ji ber şewata li Mêrdînê bi fikar e

Vatîkan a ku navenda cîhana Katolîkê, diyar kir ku ew ji ber şewata li Keşîşxaneya Deyrulzeferanê ya Mêrdînê gelekî bi fikar in.

Ev demek e li derdora Nisêbîn, Midyad û Hezexê agir li qadan tê xistin. Di Tîrmeha borî de agir bi baxçeyên li derdora Keşîşxaneya Deyrulzeferanê ya li Mêrdînê hatibû xistin û nezî 700 darên zeytûn û behîvan bûbûn xwelî.

Piştre jî li derdora gundên Siryanan ên li Çiyayê Bagokê agir bi qadan hatibû xistin. Di serê vê hefteyê dîsa agir bi qadeke li wan deran hatibû xistin. Li bejahiya gundê Dîbekê ya li Çiyayê Bagokê ya li Nisêbîne di 2’ê Tebaxê de artêşa Tirk agir bi qadê xistibû.

Ji ber şewata li vê herêma ku Siryan jê re dibêjin ‘Tûrabdîn’ Watîkan a ku navenda cîhana Xirîstiyanan e, diyar kir ku ew bi fikar in. Kanala nûçeyan a fermî ya Vatîkanê ‘Vatican News’ diyar kir ku Înîsîyatîfa Xirîstiyanan a Orîent (ICO) çavdêriyên xwe yên şewata li herêmê ragihandiye Watîkanê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev der navendeke kevn a Xirîstiyaniyê ye û dêr û keşîşxaneyên li vê derê xwe dispêre sedsala 4’emîn a piştî mîladê. Hate diyarkirin ku îddîa hene artêşa Tirk agir bi vê herêmê xistiye.

Weşana fermî ya Watîkanê diyar kir ku li keşîşxaneyê sê peywirdarê dînî hene û ji ber şewatê jiyana wan ketine xetereyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şewata li van deran û ya çeteyên DAÎŞ’ê jî li Sûriye û Iraqê agir bi zeviyan xistibû, di heman demê de hatiye kirin û ev tişt jî mirov dixe nav fikaran.