VAKASUM serdanên xwe yên malan didomîne

VAKASUM serdanên xwe yên malan didomîne

Navenda Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Wanê (VAKASUM) çû serdanên malbatan û di mijarên mafê jinan û hişmendiya zayendî de perwerde da jinan.

 Xebatên VAKASUM’ê yê derbarê jinan de didome. Herî dawî di çarçoveya faliyetên agahdarkirina jiyaneke bi wate û bi hêz de serdanên malbatan pêk tînin.

 Rayedarên VAKASUM’ê der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku ev du hefdteye serdanên malbatan pêk tînin û bi jinan re hevdîtinan pêk tînin û li ser têkoşîn û hişmendiya jinê perwerde dane û wiha gotin: “Armanca me ku jin bên gel me û beyî ku em li bede vê bin, piştgiriya pêwist bidinê. Xebateke bi vî rengî zêdetir encam da. Em jin ji hev agadar bûn.  Ev bû amûreke ku em jin dikarin bi hev re jiyaneke bi wate û bi hêz bi afirîne. Di hevdîtinên ku me bi wan re kir de, me şîdet û newekheviya li hemberî jinê nîqaş kir. Gelek jin ligel ku di ferqa şîdet û neweheviyê de ne, ji ber şert û mercên ku tê de ne mahkumê rewşa ku têde ne dibin. Ji neçarî vê rewşê qebûl dikin. Em wek VAKASUM piştgiriyên ku rêveberiyên herêmî , saziyên jinan didin radiginînin. Li gorî pirsgirêka ku dijîn,  çi piştgirî pêwist be em didin.

 QADÊN JIYANÊ YÊN JINAN TÊN TENGKIRIN

VAKASUM’ê da zanîn ku bi broşurên kurdî û tirkî yên ku amade kirine alîkariyê didin jinan û wiha got: “Em di serdanên malan de mêran jî di mijarên tacîz, tecawiz û şîdetê de agahdar dikin. Di du hefteyan de di hevdîtinên ku me kirin de  derket holê ku gelek jin bi zarokên xwe re tenê dijîn. Ji bo wan jiyan gelek zehmetir e û qadê jiyanê ji bo wan teng dibin. Yanî rastî şîdeta hawirdorê tên. Li ser wan gotin tên gotin. Me li ser vê nîqaş meşandin. Me daxwazên jinan guhdarî kir. Der barê vê de ji bo çar jinan piştgiriya psîkolojîk hat dayîn.”