Unsal: Ji bo xwişka Ebrû têkoşînê mezin bikin!

Di nobeta jiyanê ya li ber nexweşxaneyê hatî lidarxistin de, nameya parêzer Aytaç Unsalê di rojiya mirinê de ku piştî hempîşeya xwe Ebrû Tîmtîk nivîsandî hate xwendin.

Însiyatîfa Azadiya Parastinê li ber Nexweşxaneya Halkali Kanûnî Sûltan Suleyman a ku ev mehek e parêzer Aytaç Unsal ê di rojiya mirinê de bi zorê lê tê ragirtin, çalakiya nobeta jiyan lidar xistin. Xalê parêzer Ebrû Tîmtîka ku di roja 238’an a rojiya mirinê ya bi daxwaza darizandina bi adilane de jiyana xwe ji dest dayî Yildirim Deniz û gelek parêzer tevlî nobetê bûn. Di çalakiya nobetê de wêneyên Tîmtîk û Unsal rakirin û li ser hev dirûşmeyên “Parêzerên şoreşger rûmeta me ne” avêtin û nameya parêzer Unsalê di roja 210’an a rojiya mirinê de ku piştî Tîmtîk nivîsandî hate xwedin.

Li ser navê Koordînasyona Azadiya Parastinê parêzer Naîm Emînoglu daxuyanî xwend. Emînoglu yê teqez kirî ku yê Ebrû kuştî ne ew e, saziyên dewletê yên ku di nava hevkariyê de daxwazên wê ne pejirandî û berdana wê asteng kirine. Diyar kir ku Wezîrê Karê Hundir ê di dema nexweşxaneyê de, her pêngavê mûdaxele kirî û ji bo jiyankirina Ebrû Tîmtîk tişta ji destê wî kiriye. Emînogluyê anî ziman ku Dadgeh, Wezîrê Edaletê, Dadgeha Cezayê 37’emîn a Giran a Stenbolê, Dadgeha Yasaya Bingehîn û Nexweşxaneya Sadî Konuk a Bakirkoyê hemû bi hev re ji mirina Ebrû berpirsyar in û wiha got, “Wezîrê Karên Hundir û trolên bi tehlîmata hikumetê û qûnciknivîsên wan ên di derbarê Ebrû Tîmtîk de nivîsîn bi giştî derew in û ji dûrî rastiyê ne. Rastî Ebrû bi bedena xwe danî holê. Yê ku li dijî rastiyan axaftinên wan neyîn çi bikin nikarin mafdariya Ebrû tine bikin. Parêzer Ebrû Tîmtîk, ji bo mafê darizandina bi adilane şehîd bûye. Bûye şehîdê edaletê. Hûn nikarin vê rastiyê jê bibin.”