Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê UNICEF'ê Geert Cappelaere li Buroya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser mirina zarokan li herêmên şer ên Sûriyeyê. Cappelaere bang li hêzên navneteweyî kir ji bo şerê li Sûriyeyê bisekinînin.
Cappelaere got, "Dayik û bavên li Sûriyeyê ji bo zarokên wan nemirin têdikoşin."
'JI BO ZAROKAN CIHÊ HERÎ XETERE YE'
Cappelaere diyar kir ku roj bi roj li Efrînê hêvî kêm dibe û anî ziman, li Sûriyeyê hê jî ji bo zarokan tiştek neguheriye. Cappelaere got, "Ji ber şer li Efrîn, Şam, Heleb û Xûta Rojhilat şîdet zêde dibe û ji ber vê yekê jî zarok dimirin." Cappelaere destnîşan kir ku Sûriye ji bo zarokan cihê herî xetere yê li ser rûyê erdê ye.
'MECBÛRÎ YE KU ÊDÎ ŞER BÊ RAWESTANDIN'
Cappelaere got, UNICEF amade ye alîkariyê bibe ji zarokên li Efrîn, Îdlib, Xûta Rojhilat û herêmên din û wiha dewam kir: "Li van herêman 2 milyon zarok hewcadarê alîkariyê ne. Em amade ne alîkariyê ji wan re bibin, lê belê şerê li van herêma diqewimin li pêşiya me asteng e ku em xwe bigihînin wan. Li gelemperiya Sûriyeyê 5,3 milyon zarok hewcedarê alîkariyê ne. Bi taybetî 85 ji sedî yê zarokên li kampên penaberan dimînin di nava rewşeke xizan de ne."
Geert Cappelaere anî ziman, du mehên destpêkê yên sala 2018'an ji bo zarokên li Sûriyeyê gelekî giran bû û got, "Li gorî raporên gihîştin ber destê me, tenê sala 2018'an zêdeyî 1000 zarok hatin kuştin û birîndar bûn. Tevî ku me her yek ji van raporan piştrast nekirine jî, li Sûriyeyê hêj î zarok dimirin û êdî mecbûrî ye ku şer bê rawestandin. Li Tirkiye, Lubnan, Urdun, Iraq û Misrê 2,6 milyon zarok li penaberiyê ne."
BANG
Dîrektorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê UNICEF'ê Geert Cappelaere bang li hêzên navneteweyî û aliyên şer kir ku hurmetê nîşanî mafên zarokan bidin û got, "Divê rawestandina şer wezîfeya her kesî be. Weke UNICEF'ê em bang li mirovên li çar aliyên cîhanê dikin ku ji bo zarokên hewcedar ên li Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo rawestandina şer em çiqasî bang dikin jî, guhên kerr me nabihîzin."