UNESCO banga parastina şûnwarên Balmêra kir

Rêvebera Giştî ya UNESCO Îrîna Bokova bang li hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê kir ku parastina şûnwarên herêma Tedmur a Dîrokî (Balmêra) bikin.

Rêvebera Giştî ya UNESCO Îrîna Bokova bang li hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê kir ku parastina şûnwarên  herêma Tedmur a Dîrokî (Balmêra) bikin.

Rêvebera Giştî ya UNESCO Îrîna Bokova ku niha li paytexta Misrê Qahîraye ji ajansa AFP’ê re axivî û diyar kir ku ji ber agahiyênji Tedmurê wergirtine ew bi tirs û fikar in. Bokova, da zanîn ku herêma dîrokî ya Tedmurê (Balmêra) ev çar sal in hatiye paşguhkirin û ev tişt anî ziman: "Di Tedmurê de entîkeyên herî giran buha yên mirovahiyê û gelê Sûriyê hene. Hate dizîn. Niha jî di bin gefa çeteyên DAIŞ’ê de ne"

Li Tedmur a Dîr El-Zorê de ev 4 roj in şerê dijwar di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên rejîmê rûdidin, hin herêmên Tedmur ketine dest çeteyan û tê gotin ku çete ber bi bajar ve diçin. Duh ketin hin navendên taxên bajarê lê hêzên rejîmê ew jê derxistin.

Midûrê Şûnwar û Cihên Dîrokî yê Sûriyeyê Memûn Ebdulkerîn di rêya ji AFP’ê re axivî û bang li hemû rayedarên cîhanê kir ku parastina Tedmurê bikin.