Twîtter û facebookê ji ber wêneyê Ocalan hesabê sendîkayê girt

Delegeyên Kongreya Sendîkayên Îngîltereyê a ku li Keyîtîya Yekgirtî 6 milyon karkeran temsîl dike, ji ber ku azadî ji Ocalan re xwestine, hesabê wan ê twîtter û facebookê hate girtin.

TÛC a ku rêxistina jor a sendîkayên Îngîlîz e, di konferansa xwe ya salane ya di roja Yekşemê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda.

Nêzî hezar delege tevlî konferansê bûn. Di kongreyê de hate diyarkirin ku ew du sal in piştgiriyê didin kampanyaya ji bo azadiya Ocalan. Serokê kongreyê careke din bang li hemû delegeyan kir ku bila rabin pêyan û wêneyên Ocalan hilgirin.

Hemû delege rabûn ser pêyan û wêneyên Ocalan ên di destê xwe de rakirin jor. Di wêneyan de daxwaza azadiya Ocalan dihate kirin.

Li Brîtanyayê bi daxwaza ‘Azadî ji bo Ocalan’ sê sal in kampanyayek tê kirin. Ev kampanya roj bi roj mezin dibe. Heta niha 10 sendîka tevlî kampanyayê bûne. TÛC nûneriya van sendîkayan dike. TÛC 50 sendîka û 6 milyon karker di bin banê wê de cih digirin.

Piştî ku wêne û dîmenên hildana wêneyên Ocalan hate weşandin, roja Duşemê hesabê fermî yê Kongreya Sendîkayan û hesabê gelek kesan bi hinceta ‘parastina kes û saziyên xetere’ hate girtin.

Rêveberê kampanyayê yê li Portsmoûrth Bavil Ahmet got ku “Piştî min ev parvekirin kir, facebookê ji min re peyam şand ku heta 30 rojan wan ez asteng kirime. Parvekirina min derbarê kampanyaya ‘Azadî ji bo Ocalan’ bû. Kampanyaya ku ji aliyê sendîkayeke meşrû û qanûnî tê kirin bi hinceta ku ‘parastina kes û saziyên xetere dike’ tê qedexekirin. Ev tişt komîk e û ne rewa ye.”