Turkdogan: Em ê hewl bidin derfetan ji bo diyalogê biafirînin

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan tecrîdkirina Ocalan nirxand û destnîşan kir, ku tecrîda ji nû ve hatiye ferzkirin li dijî hiqûqê ye û ne mirovî ye.

Hevserokê Giştî Yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oztur Turkdogan diyar kir, tecrîda ku di 7'ê Tebaxa 2019'an ji nû ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin mirovî nîne, ew vê qebûl nakin û got, "Abdullah Ocalan û sê kesên din ên li Îmraliyê ji nû ve hatine tecrîdkirin. Em, parêzvanên mafên mirovan vê tecrîdê teqez mirovî nabînin.

Weke ku Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî di hin biryarên xwe   de eşkere kir, tecrîd yek ji kiryarên qedexekirî yên mîna êşkence, kiryarên xerab û şikandina rûmetê ye. Pirsgirêk ne tenê nemirovîbûna tecrîdê ye. Pêkanîna di vê astê de li dijî qanûnan e. Yanî li Tirkiyeyê qanûneke cezakirinê heye. Dema ku mirov bala xwe didin van qanûnan, di nav de qedexeyeke bi vî rengî ya astengkirina hevdîtina bi parêzeran re nabînin. Lewma qedexekirina hevdîtina parêzeran kêfî û siyasî ye.

Eger em bê ser mijara têkildarî malbatê, tê gotin ku hin cezayên hucreyê dane û têkildarî pêvajoya îtirazkirina van cezayan daxuyaniyeke têrker nehatiye dayin. Di vir de pirsgirêkeke din derdikeve pêşiya mirovan. Bi taybetî dema ku qanûna înfazê hate amadekirin, me wê demê rexne kiribû ku cezayê hucreyê veguhere qedexekirina hevdîtinê û ji bo tecrîdê weke amûrekê bê bikaranîn. Ne tenê ji bo Girtîgeha Îmrailyê, ev yek ji bo girtîgehên din ên bi tîpa F jî derbas dibe. Aliyekî vê yekê yê bê qebûlkirin nîne. Lewma nabe ku timî biryarên mehkûmiyeta maf bê girtin. Qedexekirina endamên malbatê bi temamî li dijî hiqûqa mafên mirovan e."

HEVDÎTIN WÊ RÊ LI BER ÇARESERIYÊ VEKE

Turkdogan diyar kir ku bi Wezareta Edaletê re ew car carna li ser pirsgirêkên li girtîgehan hevdîtinan dikin û got, "Di 15'ê Çileya 2020'an de me bi Wezîrê Edaletê Birêz Abdulhamît Gul re hevdîtinek kirin. Me ragihand ku li Girtîgeha Îmraliyê ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayin ku hevdîtin bê kirin û ev vrewş jî li dijî qanûan e, li dijî hiqûqê ye. Birêz Wezîr li me guhdarî kir. Çawa ku di sala 2019'an de Wezareta Edaletê ji bo çareseriya pirsgirêkê hewl da, em di wê baweriyê de ne ku wê vê carê jî hewl bide."

Turkdogan bi bîr xist ku Tirkiyeyê careke din berê xwe daye polîtîkayên 'ewlekariyê', xwe li polîtîkayên aştiyê girtiye û got, "Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Ocalan ji bo gelê Kurd kesekî gelekî girîng e û ji bo Tevgera Siyasî ya Kurd jî kesekî di asta lîdertiyê de ye. Gotin û peyamên wî wê hewldanên ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan xurtir bike. Weke ku tê zanîn grevên birçîbûnê yên di sala 2019'an de dest pê kirin bi banga Abdullah Ocalan bi dawî bûbûn.

Bi dîtina min, sedema herî girîng a astengkirina hevdîtina wî bi parêzeran re ev e. Ji ber ku li Tirkiyeyê di mijara pirsgirêka Kurd de dewletê ji nû ve berê xwe daye polîtîkaya ewlekariyê. Şer dewam dike. Lewma heta ku ev polîtîkayên ewlekariyê bidomin, desthilatdarî wê guhê xwe li polîtîkayên aştiyê bigire. Em baş bi vê zanin, pirsgirêka Kurd ku ji Osmaniyan û vir ve dewam dike tenê bi pêvajoya aştiyê dikare bê çareserkirin. Lewma ji bo her gava di vê mijarê de bê avêtin peyamên Abdullah Ocalan girîng e."

HEWLDANÊN ME YÊN JI BO ÇARESERIYÊ WÊ DEWAM BIKIN

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku hem bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin, hem jî destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê kir ku pirsgirêka Kurd navneteweyî bibe û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê, divê rol û pozîsyona diyarker a Ocalan teqez neyê jibîrkirin. Ji ber ku gelê Kurd zû bi zû dest ji kesê ku weke lîderê xwe dibîne bernade. Bi dîtina me divê desthilatdariya siyasî vê fêhm bike.

Em, parêzvanên mafên mirovan her tim alîgirê aştiyê ne û hewldanên me yên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan wê dewam bikin. Karê sereke yê vê yekê jî wê bidawîkirina tecrîdê be û ji nû ve afirandina derfetên diyalogê be."