Turkalî: Ocalan rê li çareseriyê vekir
Turkalî: Ocalan rê li çareseriyê vekir
Turkalî: Ocalan rê li çareseriyê vekir
Nivîskar Vedat Turkalî pêvajoya nû ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir nirxand û destnîşan kir, ku Ocalan rê li çareseriyê vekiriye. Turkalî ku di heman demê de bangdarê Konferansa Aştî û Demokrasiyê ye, bang li herkesî kir ku di vê rêya çareseriyê ya Ocalan de bi berpirsyariyên xwe rabin.
Nivîskar Vedat Turkalî, der heqê pêvajoya çareseriyê û Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya 25'ê Gulanê li Enqerê pêk tê de, ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî. Turkalî ji ber destpêkirina pêvajoya çareseriyê ji Ocalan re silav şand û got, "Ez jî wî gelekî hez dikim, jê ser serketinê dixwazim û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Tiştekî baş kir. Axaftina Ocalan a li Newrozê axaftineke dirêj bû. Ji ber dirêjbûna axaftinê hin kes li hin nuqteyan aliqîn. Lê ya girîng encam e. Bi bandora xwe re Ocalan rê li çareseriyê re vekir. Ji xwe ya dihat xwestin jî vekirina vê rê bû. Rê vekir, çiyê paqij dike. Min berî niha ev mijar nivîsandibû. Ocalan ji Serokwezîr re gotibû, "Bi tenê gotinekê bêje, ezê di nava 2 saetan de çiya vala bikim." Lê hingî Serokwezîr çi kir? Li pê dengan ket. Çav berda dengên MHP'ê, werîsekî du metre dirêj kir û got, "Vaye wî darve bikin." Gotineke Hz. Mûhammed heye dibêje, "We ji kê re başî kir, xwe ji nebaşiya wî vegirin." Min ev gotin bilêvkiribû, wê demê."
Turkalî vekişîna gerîla jî nirxand û diyar kir, ku helwesta Karayilan rast û di cih deye. Turkalî got, "Bi qasî ez dibînin, gerîla hertim amade ye. Ev jî rewşeke mafdar e. Ji ber ku di vê mijarê de gelek êş hatin kişandin, lewma nikare bi hêsanî jê vegerin."
Nivîskar Turkalî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn a nû, ku divê xwe bispêre hîmên demokrasî û azadiyan.
Turkalî di vê mijarê de weha peyivî; "Divê destûreke nû ya bingehîn were derxistin. Lê gava hûn bala xwe bidê, di çêkirina destûra bingehîn de di her firsendê de xwe vedigirin. Ya herî xeter jî, navê Tayyîp e ku îro li ser deshilatdariya îro ye. Çawa di dema derbasbûyî de digotin "Enverland" îro jî ev bû "Tayyipland". Hêvîdarim emê neyên rewşa "Tayyîpland". Erdogan mîna DYE, pergala serokatiyê dixwaze. Divê ev neyê dayîn, ji ber ku bi vê pergalê re kengî bixwaze dikare mûxalefetê weke sûcdar darezîne. Ev jî ji bo Tirkiyê wê karesatek be."
Nivîskar Vedat Turkalî, der heqê Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqerê de, ku ew jî yek ji bangdaran e, got, "Pêwîste di vê civînê de herkesê xwedî eşqa welat, eşqa mirovahiyê berpirsyariyên dikeve ser milê xwe bicih bîe. Ez biratiyê, eşqê û jiyana azad a li ser bingeha wîcdanî dixwazim. Ji xwe bi vê civînê re, tişta ji mirovan bê xwestin jî ev e."