Turk: Hikûmet siyasetek li dervê aqilan dimeşîne
Turk: Hikûmet siyasetek li dervê aqilan dimeşîne
Turk: Hikûmet siyasetek li dervê aqilan dimeşîne
Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk tev li 2'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Qerejdaxê bû û diyar kir ku kurd niha li Rojhilata Navîn û Cîhanê bingehê aştî û azadiyê ava dikin. Turk, hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û diyar kir ku AKP siyaseta li dervê aqilan dimeşîne.
Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê 2'emîn Mihrîcanê Çand û Hunerê ya Qerejdaxê bi meşekê dest pê kir. Mihrîcana ku bi silogana "Em bi reng û dengê hunera xwe ber bi jiyana azad ve dimeşin" 3 rojan pêk bê, meşa heta termînalê û vekirina termînala otobusan dest pê kir.
Di vekirina termînala otobusan de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlamenterên BDP'ê, şaredar û endamên meclisa şaredariyê û gelek kesên din tev li merasimê bûn. Girsê piştî termînal vekirin li nava termîlanê geriyan. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku kurd niha li Rojhilata Navîn û Cîhanê bingehê aştî û azadiyê ava dikin. Turk, hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û diyar kir ku AKP siyaseta li dervê aqilan dimeşîne. Turk, anî zimanku Şaredariya BDP'î ev termînal li ser 18 dolim zevî çêkiriye û bi vê mezinbûna termînalê nêzîkatiya xwe ya xizmeta gel nîşan dide. Turk, da zanîn ku şaredariyên BDP'ê xizmeta ku di nava 100 salan de nahatiye kirin kir û wiha got: "Kurt bi têkoşîna xwe firseta ku li 4 aliyan azad bibin bi dest xistine. Kurd dê bi yekîtî û tifaqiya xwe azadiya xwe bi dest bixin. Sedsala 21'an dê bibe sedsala aziya gelê kurd."
Turk, bal kişand ser daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza Amedê û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan di Newroza Amedê de bang kir. Birêz Ocalan li pey gotina xwe ye û dişopîne. Lê dewleta Tirkiyeyê kurtan tune dihesibîne û dixwaze kurdan tune bike. Lê bila her kes baş zanibin ku kurdan azadî û demokrasî nas kiriye û fam kiriye. Êdî kurd dest ji têkoşîna azadî û demokrasiyê bernadin. Gelê kurd ji bo azadiya xwe û azadiya Rojhilata Navîn têkoşînê didin û heta azadiya xwe bi dest bixin dê tekoşîna xwe berdewam bikin."
Piştî vekirina termînalê hat danîn, binkompleksa tesîsên Sporê ya Cezmî Altintaş ku di navde hawizê avê jî heye û ji 35 dolim zevî pêk tê hat avêtin. Piştî danîna bingehê Kompleksa Sporê li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Medê panela bi navê "Pirsgirêka Kurd û Rojava" hat lidarxistin.