'Tûrîzm û malên Tirk ji bo Efrînê boykot bikin'

Platforma Xwedîderketina li Efrînê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bang li her kesî kir ku tûrîzm û malên Tirk boykot bikin.

Platforma Xwedîderketina li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk a dest bi xwîn, çavkaniyên aborî û siyasî bi kar tîne û li dijî Kurdan şerekî giran dike. Ji bo çavkaniyên aborî û siyasî yên faşîzma AKP-MHP'ê kêm bikin, em dest bi boykota siyasî û aborî dikin."

Platformê ragihand, dewleta Tirk di şexsê Efrînê de li dijî gelê Kurd û destketiyên wan dest bi şerekî qirkirinê yê topyekûn kiriye û bi her şêwe çavkaniyên aborî û siyasî jenosîdê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, beşeke mezin a malên li Tirkiyeyê tên çêkirin li Ewropayê têne firotin û piraniya van malan jî xurek, xwarin û sektora tekstîlê ye.

Platformê destnîşan kir ku pereyê ji firotina van malan tên girtin, ji bo rijandina xwîna Kurdan tên bikaranîn û got, "Çavkaniya herî mezin a şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan, hêza aborî ye. Ji ber vê yekê, blokekirina çavkaniyên aboriyê bi rengê kampanyayê, wezîfeyeke neteweyî ye.

Divê em li her cihê lê dijîn, bikin ku bi milyonan Kurd, Tirk, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, mûxalîf û Ewropî malên Tirkan bloke bikin. Pêwîste em şîrketên ku bi şîrket û dewleta Tirk re hevkariyê dikin bixin nava vê kampanya xwe ya boykotê. Bi vî rengî dewleta Tirk li qada navneteweyî tengav bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aliyekî din ê girîng ê boykotê jî, pêşîgirtina li tûrîzma Tirkiyeyê ye û hate gotin, "Eger em civakên Ewropî tevlî vê boykotê bikin, ev ê bandoreke mezin bike. Divê em bi rengekî eşkere nîşan bidin ku dîktator Erdoğan ê ku hevkariyê bi DAÎŞ, El Nûsra û komên din ên El Qaîdeyê re dike, berpirsyarê komkujiyên li Ewropayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye."

Platforma Xwedîderketina li Efrînê herî dawî ev bang kir: "Bi mezinkirina kampanya boykotkirina tûrîzm û malên Tirk, bi xurtkirina çalakiyên bi vî rengî em dikarin derba kuştinê li aboriya şer bixin."