Tûreke din a danûstandinên Sûriyeyê

Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed a ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsandiye.

Mîna her carê li bajarê Riyad ê Erebîstana Siûdî civînek bi beşdariya mûxalîfên Sûriyeyê dest pê dike. Ev civîn ji bo Cenevreyê civîna amadekariyê ye. Lê belê di destê kesên ku heta niha ji bo civînê hatine vexwendin de tiştek nîne. Aliyên ku civînê organîze dikin dixwazin qaşo yên mûxalîf li hev bikin. Dixwazin di nava mûxalîfan de yekîtiyekê ava bikin. Hê civînê dest pê nekir lê îstifayan dest pê kir. Ev jî rewşeke asayî ye. Ji ber ku yên hatine vexwendin ji bo lihevnekin hatin vexwendin. Ji bo çareserî peyda nebe. Her kes pê zane ku çareserî ji wan nayê. Lê belê bi israr timî didin pêş. Erebîstana Siûdî dixwaze di vir de bi rolekê rabe. Lê belê di Riyad-1'ê de ji ber zextên Tirkiyeyê vexwendînameya PYD'ê vekişandin. Gelo wê vê carê çi bibe? Wê vê carê jî di bin zextên Tirkiyeyê de bimîne? Ya jî wê ji bo çareseriyê gavên bi wêrekî biavêje?

Eger danûstandin timî bi vî rengî bên meşandin, em ê êdî bêjin ku danûstandin li ser axa Sûriyeyê neyên meşandin, wê encam jê dernekeve. Wê bi rengekî rast bi pêş ve neçe.

Cenevre û Soçî di rojevê de ne. Civîna Cenevreyê wê di encama nîqaşên li Riyadê de pêk were. Soçî jî wê ji bo ragihandina bidawîbûna DAIŞ'ê ji bo rejîma Sûriyeyê, li Rûsyayê bê kirin. Tirkiye dixwaze hem li Soçî, hem li Cenevreyê, hem jî li Riyadê bi bandor be. Îran jî dixwaze înstiyatîf di destê wê de be. Lê belê nikare mîna berê xwe li ser ferz bike. Erebîstana Siûdî êdî dixwaze vê rolê ji destê Tirkiyeyê bigire. Ji ber vê yekê malovaniyê ji civînê re dike. Di civînên bi vî rengî de Sûriye bi bandor û xwedî biryar nîne. Dixwazin her tiştî li pişt perdeyê amade bikin. Û ji Sûriyeyê jî dixwazin îmzeya xwe biavêje binê van biryaran. Ev ê rê li ber encamekê veneke.

Her çend dixwazin li Soçî qedandina DAIŞ'ê ragihînin jî, lê di rastiyê de DAIŞ hê xwedî hêz e. Xeterî hê mezin e. Navê xwe dibe ku ne DAIŞ be, lê belê ew dîsa jî rêxistineke terorê ye. Bi mejiyê dagirkeriyê tevdigere. Şerê bi mejiyê tasfiyeyê, bi armanca neteweperestiyê hate destpêkirin tê wateya qirkirina civakê. Ji ber vê yekê em dibêjin; dibe ku DAIŞ çû be lê zîhniyeta wan hê li Sûriyeyê serdest e. Wekî din, komên din şer sor dikin. Bi derxistina tevlîheviyê re bi rola DAIŞ'ê radibin.

Ji ber vê yekê parastina aramiya li herêmê gelekî girîng e. Ji nû ve avakirina gund, navçe û bajaran, peydakirina pêdiviyên jiyanî yên bingehîn ên gelan û kirina vê yekê bi rengekî plankirî gelekî girîng û watedar e. Pêşketin û guhertinên demokratîk ên li Sûriyeyê, parastin û xurtkirina aramiyê bi xurtkirina hikumetê ya bi rêveberiyên herêmî re pêkane. 

Em her roj di dîmenan de dibînin. Zarokên tî û birçî li binê konan dijîn nikarin biçin dibistanê. Dibêjin ku ev 5 sal in dibistan nedîtine. Dixwazin li dibistanan vegerin û bixwînin. Ji bo parastina hêviyên gelan pêwîste ev herêm bi xurtî werin parastin. Divê desteka ji bo dibistanan were zêdekirin. Çareserkirina van pirsgirêkan ji çareseriya hemû pirsgirêkan û civînan bêhtir watedar e. Ev 7 sal in civîn tên lidarxistin. Lê hê tiştek ji hev fêhm nekirine. Ji ber vê yekê danûstandin û civînên li ser axa Sûriyeyê werin kirin hê girîng in. Civîna li Sûriyeyê were kirin wê hem cidiyetekê derxîne holê, hem jî encaman ji danûstandinan derxîne. Car carna hêvî ji bo azadiyê diafirin. Hêvî mîna çirûskek li nava tarîtiyê dibiriqîne. Lê gelekî zû winda dibe. Ji ber ku zerf hê nehatine amadekirin. Ev jî gelek tiştan bi gelê Sûriyeyê dide windakirin. Hêvî, bawerî, hezkirin û yekîtiyê qels dike. Exlaqê civakê tê guhertin. Çareserkirina vê rewşê bi şoreşeke rasteqîn, lîderiyeke durust û stratejiyeke rast dibe. Ji ber vê yekê valahiya siyasî ya li Sûriyeyê, kaosa siyasî û rewşa civakî tenê bi rêxistinbûnê dikare çareser bibe. Gelo ev hêz bi gelê Sûriyeyê re heye? Daxwaza azadiyê ya civakê, wê bi cih bê.