Tûran: Dozên siyasî ji bo dozên nefretê ne

Tûran ê HDP’yî di dema hevdîtinên qanûna înfazê ya li meclîsê wêneyê girtiyên nexweş nîşan da û got ku “Dozên siyasî ji bo we bûne dozên nefretê.”

Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran li Desteya Giştî ya Meclîsê derbarê qanûna înfazê axivî.

Tûran diyar kir ku saziya darizandinê bi qesrê re hatiye girêdan û got ku “We ewlekarî û edaleta hilbijartinê tune kir, we parlementer û şaredar xistin girtîgehan. We bi hincetên beredayî gelek rojnameger girtin. Ji bo we dozê siyasî bûne dozên nefretê. Du roj in kî tweetan dinivîse û we rexne dike, hûn wan terorîst îlan dikin. “

Tûran diyar kir ku li girtîgehan 400 girtiyên nexweş hene û got ku “Sabrî Kaya ligel ku krîza dil derbas kir, sê caran di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de diçe û tê. Mehmet Koç 47 salî ye, bi penceşerê ketiye, vê qanûna we, wê nehêle ku ev kes werin berdan.  Mehmet Emîn Ozkanê 85 salî 25 sal in di girtîgehê de ye û hê jî nayê berdan.”