Tûra bîsîletan a Ciwanên Azad ji Basel destpê kir
Tûra bîsîkletan a ji aliyê Ciwanên Azad ve li Swîsre pêk tê, li Basel destpê kir.
Tûra bîsîkletan a ji aliyê Ciwanên Azad ve li Swîsre pêk tê, li Basel destpê kir.
30 ciwanên Kurd ên li ber Navenda Çanda Kurd kom bûn, dest bi çalakiya tûra bîsîletan a wê heta Cenevre bidome kirin.
Di destpêka çalakiya bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina polîtîkayên komkujiyê yên AKP’ê ciwanan dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Ji Kurdistanê re statu ji Ocalan re azadî” qîr kirin.
Ciwanan paşê ber bi hedefa xwe ya îro Solothûrn ve ketin rê.