Tûncer: Tecrîda herî giran li Îmraliyê tê kirin

Parêzer Gulîzar Tûncer a di panela bi sernavê ‘Tecrîd û hepis’ a di çarçoveya hefteya mafê mirovan a ÎHD’ê de axivî, anî ziman ku tecrîda herî giran li Îmralyê tê pêkanîn.

Komîsyona Hebisxane ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan a 10-17’ê Kanûnê li avahiya şaxê panela bi sernavê ‘Tecrîd û mafê hebsiyan’ hate kirin.

Endama Komîsyona Hepîsxane ya ÎHD ya Şaxa Stenbolê Hatîce Onaran axivî û diyar kir ku polîtîkayên tenêkirina tecrîd û îzoleyê heye û got: “Dixwazin bi vê yekê, tenê bihêlin. Bi taybet tecrîda li Tîpa F di asteke herî xeternak de ye.”

Parêzer Gulîzar Tûncer jî axivî û da xuyakirin ku pêkanînên der mirovî li girtîgehên Tirkiyeyê hene û got: “Dema me lêkolîn li girtîgehan kirin me dît ku ji rewaş tê gotin hê xirabtire. Rewşa zarokên girtî yên li Tîpa F pir xedar e. Ger em temenê zarokan li ber çavan bigirin, tecrîd wê bandorkekî pir mezin li ser wan bike.”

Tûncer bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Rewşa girtîgeha Îmraliyê rewşeke pir cuda ye. Giravek e û girtîgehek ku xwedî rêbazên cuda ye. Cihekî xwedî şertên giran e. Ev demeke pir dirêj e ne malbat û ne jî parêzer dikarin hevdîtinê bikin. Tecrîda herî giran ji roja yekem ve li Îmraliyê pêk tê ye.”