Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 23’ê Adarê de daxwaznameyek şand ji Wezareta Edaletê re.
Di daxwaznameyê de hate bibîrxistin ku Wezîrê Edaletê Abdulhamîd Gul di 16’ê Gulana 2019’an de diyar kiriye ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re tu astengî tune.
Tûncel nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku kirinên li Îmraliyê bûye êşkenceyeke sîstematîk û got “Divê rêzdar Ocalan karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Di daxwaznameya Tûncel de ev xal derketin pêş:
“Mafên mirovî yên bingehîn û azadiyên wê, hemû mafên qanûnê û yên di destûra bingehîn de divê ji bo hemû kesan e. Hiqûqa li gorî kesan tune û divê nebe jî. Le li Îmraliyê 21 sal in hiqûqeke taybet heye. 21 sal in li ser rêzdar Ocalan tecrîdeke giran û îzolasyoneke mezin heye. 21 sal in li Îmraliyê êşkenceyeke sîstematîk heye. Vê êşkenceya sîstematîk roj bi roj giran dibe û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên tevî rêzdar Ocalan di heman şertan de ne, nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
Di vê pêvajoyê de CPT li gelek girtîgehên Tirkiyeyê lêkolîn kiribû. CPT çûye Girtîgeha Îmraliyê jî û di rapora xwe de diyar kiriye ku li Îmraliyê ‘hiqûqeke taybet’ heye û xwestiye ku vê êşkenceya li Îmraliyê were bidawîkirin. Hikumeta we ji dêvila ku di vî warî de gavan biavêje û êşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike, berevajî wê êşkence û îzolasyon zêdetir kiriye.
Di vê pêvajoya pandemiyê de jî derbarê tendirustiya rêzdar Ocalan û hevalên wî, parêzer û malbatan tu agahî nestendine. Gelê Kurd di nav fikarên mezin de ne û li ser hesabên medyaya dîjîtal derbarê jiyana rêzdar Ocalan îddîayên mezin derketibû holê. Derbarê vî tiştî tu daxuyaniyên têrker nehatine kirin. Ji tendirustî û ewlekariya rêzdar Ocalan û hevalên wî hikumet û wezareta we berpirsyar e. Ji ber vê divê rêzdar Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Ji bo ku tecrîd were rakirin û doza Kurdan bi rêyên demokratîk were çareserkirin parlementera Colêmêrgê Leyla Guven di Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê dabû destpêkirin, bi hezaran kesan tevlî vê çalakiyê bûbûn û ev çalakî 200 rojan domiyabû. Di vê pêvajoyê de Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul diyar kiribû li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re tu astengî tune. Piştre hevdîtin pêk hatibû û grevên birçîbûnê bi dawî bûbû. Lê piştre bi lêpirsînên dîsîplînê mafê qanûnî yên rêzdar Ocalan û hevalên wî hate desteserkirin. Ji ber vê li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê kiriye. Vê greva birçîbûnê ya ku di dawiya meha Mijdarê de hatibû destpêkirin û ez jî tevlê bûme, heta ku polîtîkaya we ya tecrîdê bi dawî nebe, wê bidome.”