Tûncel û Irmak dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dikin

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û Parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak ragihandin ku wê ji roja Sêşemê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger bikin.

Tûncel û Irmak li Girtîgeha Kandirayê girtî ne. Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 68’an de didome, Tûncel û Irmak jî ragihandin ku wê beşdarî grevê bibin.

Peyama Tûncel û Irmak wiha ye;

“Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorbeger a hevala me Leyla Guven di roja 68’an de ye û bi beşdarbûnên nû yên li girtîgehan re ev berxwedan mezin dibe. Daxwazên Leyla Guven ne şexsî ne, daxwazeke civakî ye. Daxwazên bi mîlyonan Kurdan û yên aştîxwaz û demokrasîxwazan e. Hevdîtina Ocalan a bi birayê wî re gelek girîng e. Lê ev nayê wê wateyê ku polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bi dawî bûye. Bi teqez ji bo bidawîkirian politîkaya tecrîd û îzolasyonê em jî ji 15’ê Çileyê ve dikevin greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de. Bi teqez heta ku tecrîd bi dawî nebe wê biryardariya me ya ji bo domandina çalakiyê wê dewam bike. Em bang li hemû hêzên aligirên demokrasiyê dikin ku ji bo pêkanîna daxwazên berxwedêrên grevên birçîbûnê û piştevaniyê têkoşînê geştir bikin.”