Tûncel: Ez li pişt gotinên xwe me

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel di parastina xwe ya rûniştina dozê de ev peyam da; “Ez weke siyasetmedarekê li pişt gotinên xwe me.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê tê girtin û Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tûglûk re ji ber ku di sala 2013'an de tev li pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne, der barê wan de doz hatibû vekirin û rûniştina 3’emîn ya dozê hate dîtin.

Doza li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin, Tuncel û Tûglûk bi îddîaya "Propagandaya rêxistinê kirine" bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina dozê bûn. Li dadgehê parêzer Serva Çelîk Ozbîngul û Hîdayet Enmek jî amade bûn.

Tuncel eşkera kir ku ew wekî siyasetmedar li pişt gotinê xwe ye û axaftinên wê sûc nîne. Tugluk jî ji bo parastinê bike, dem xwest.

Parêzerên Tuncel û Tûglûk diyar kirin ku ew sûcdariyên der barê miwekîlên xwe de qebûl nakin, piştî parastina miwekîlên wan, wê parastinê bikin.

Heyeta dadgehê navber da rûniştina dozê û doz taloqî 8’ê Adara 2018’an kir.