Tuncel: Ev welat dê demokratîk bibe û li vî welatî kurdê azad bibin

Tuncel: Ev welat dê demokratîk bibe û li vî welatî kurdê azad bibin

Rêxistina BDP û HDP'ê yên Stenbolê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê pêş wazî kirin. Girsê diyar kir ku bi van cezayan ev meş nayê astengkirin. Ji ber ku di vê têkoşînê de şoreşa hezaran jin û ciwan heye. 

Rêxistina BDP'ê û HDP'ê yên Stenbolê bi girseyek mezin Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel li balafirgeha Ataturkê pêşwazî kir û 8 û 9 sal cezayê girtîgehê ku li Tuncel hatiye bîrîn şermezar kir. Bi hezaran kesên ku li Balafirgehê Tuncel pêşwazî kir, govend gerandin û stran gotin. Komê alên PKK, KCK û PYD'ê vekir. Komê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Sebahat Tuncel rûmeta me ye" û "Ji girtiyên siyasî re azadî" gotin. Dîsa alên PKK û YPG'ê hat bilindkirin. Hevserokên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu vû parlamenterê HDP'ê Levent Tuzel hatin nava girsê û silav dan girsê. Li vir hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku dadgeha bilind cezayê wan erê kiriye û wiha got: "Ji ber ku me ji diz û şerxwazan hesap pirsî ev ceza li me hat birin. Bi vî cezayî nikarin meşa me astang bikin. Ji ber ku di vê têkoşîna me de bihezaran ciwan û jinên şoreşger jiyana xwe ji dest dane. Em yek diherin hezar tên. Dibe ku em bên kuştin, dibe ku em bên girtin û me bişînin girtîgehan, lê ev doz her ku diçe mezin dibe û meşa xwe ya azadiyê berdewam dike." 

Tuncel, da zanîn ku di serî de heta Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest neyên berdan pirsgirêka li Tirkiyeyê çareser nabe û xwest Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. 

Piştre heyeta HDP û BDP'ê bi karwaneki derbasî Salona Siporê ya Sinan Erdem a Atakoyê bûn.