Tuncel: Biryar ne zagoniye
Tuncel: Biryar ne zagoniye
Tuncel: Biryar ne zagoniye
Hevseroka Giştî a HDP’ê Sebahat Tuncel li ser biryara Dadgehê a 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê wiha got: “Ev biryar weke biryarekî zagonî nirxandin wê şaşbe, diyare ku biryar siyasiye. Tekoşîna me a demokratîk wê berdewam bike.”
Hevseroka Giştî a HDP’ê Sebahat Tuncel biryara dadgehê a 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê ji ANF’ê re nirxand. Tuncel ku diyar kir biryar ne zagoniye, siyasiye wiha got: “Em piştî vê biryarê ji hikûmetê daxuyaniya bêje dadgeh serbixweye dixwazîn.”
Tuncel ku got, “ji bo kurdan dadgeh serbixweye lê dema ew dibine mijara gotinê di derbarê dadgehê de bi hemû şêwey diaxivin” û wiha nirxand: “Ev nişaneya israrkirina kaosa di siyastê, di çareseriya pirsgirêka kurd de û ne demokratîkbûnê deye. Îro bi hezaran hevalên me di girtîgehê dene û ti cûdahiya me ji wan nîne. Lê biryar nêzikatiya li hemberî siyasetvanên kurd bi şêweyekî zelal dadine holê.”
Tuncel ku got parlementerên CHP’ê Mustafa Balbay yê ku ji doza Ergenekonê hatibû girtin berdan û berdewam kirina rewşa girtî a siyasedmedarên kurd heman mantiqe û wiha got: “Tê famkirin ku dewlet di pirsgirêka Kurd de israra di neçareseriyê de dike.”
DI MEDYA CIVAKÎ DE JI BO TUNCEL KAMPANYA
Di vê demê de piştî erêkirina cezayê Tuncelê di medya civakî de bi dirûşmeya “#SebahatTuncelOnurumuzdur” kampanya hat destpê kirin. Gelek kesên ku piştî biryara dadgehê nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan bi dirûşmeya “#SebahatTuncelOnurumuzdur” kampanya dan destpê kirin.
Tuncel ku li 10. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lêpirsîn kirin, ku di vê doze de lêpirsîna girtinê hat kirin di sala 2007’an de parlementer hatiye hilbijartin û hatiye berdan. Biryara dadgehê a ku di derbarê Tuncel de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê ji aliyê 9. Daîreya Dadgeha Ceza ve hate erê kirin.