Tûnç di konserê de banga ji bo Kobanê kir

Tûnç di konserê de banga ji bo Kobanê kir

Hunermend Ferhat Tûnç konserên xwe yên sala 30. duh bi şev li salona Londra Selby Center berdewam kir. Tûnç ku 3 saetan bi temaşevanan re stranên xwe got banga piştgiriya ji bo Kobanê kir.

Li Ewropayê di rojeva aktîviteyên hunerê de jî rojev Kobanê ye. Di aktîvîteyan de ku berxwedana Kobanê tê silavkirin, bangên pêşxistina piştgirîdayinê tên kirin.

Konsera li salona Londra Selby Center ji bo Seyîd Riza û hevalên wî Ahmet Kaya û kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Piştî belgesela bi navê, “Dirok baş nêzî me nebû” ku bi dengê Can Dûndar e, hat temaşekirin şûnde hunermend Ferhat Tûnç derket ser dikê û bi kilama, “Biko” dest bi bernameya xwe kir. Di konsera ku Tûnç stranên xwe yên berê û nû gotin, piştgiriya ji bo Kobanê di rojevê de bû.

Tûnç ê banga piştgiriya ji berxwedana Kobanê re kir got, “Dema em êvaran zarokên xwe di nav livînên germ de radizînin em zarokên Kobanê yên li kolanan radizin bînin bira xwe. Em eşên dayikên Şengal bînin bîra xwe.”

‘SOZÊN VALA’

Hunermend Ferhat Tûnç ku Komeleya Dersimiyan jî ziyaret kir got ku serdana Serokwezirê Tirk Ahmet Davûtoglu ya Dersîmê xapandineke û hikûmeta AKP’ê hewl dide bi sozên vala welat bi rê ve bibe. Tûnç diyar kir ku wê gelên Dêrsîmê dersa pêwîst bide hikûmeta AKP’ê û partiyên siyasî yên nûnertiya dewletê dikin.