Tûglûk: Dora gavavêtinê ya dewletê ye

Tûglûk: Dora gavavêtinê ya dewletê ye

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, di civîna gel a Bajaroka Sixke ya Wanê de axivî û têkildarî vekişîna hêza HPG'ê diyar kir ku PKK'ê peyvira xwe bi cih anî û êdî tu hincetê ku dewlet nîşan bide tune. Tugluk, ani ziman ku dewlet bi salan e dibêje ji ber ku hêzên çekdar li Tirkiyeyê neye nikarin tiştekî bikin, lê êdi tu astengî li pêş wan nemaye û wiha got: "Êdî dewlet mecbûre van pirsgirêkan çareser bike."

Rêxistina BDP'ê ya Wanê têkildarî pêvajoyê de li bajaroka Sixkê ya Wanê civîna gel pêk anî. Di civîna li bajaroka Sixkê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevserokên BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, Wekilê Şaredar Abdurrahman Dogar, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û gelek welatiyên din amade bûn. Civina ku li salona konferansê ya Sixkê pêk hat bi rezgirtinê dest pê kir. Li salonê pankartên "Em peyama dîrokî ya Birêz Ocalan û pêngava 8'ê Gulanê silav dikin" û "Bila Birêz Ocalan bi lezgîn serbest bên bedan." vekirin.

Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, axaftina ewil kir û xwest peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber çavan bê girtin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest da. Birêz Ocalan ji bo êdi ev pêvajo bi dawî bibe xwest pêvajoya siyaseta demokratîk dest pê bike û rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin. Em peyama Birêz Ocalan diparêzin."

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî anî ziman ku li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gel re civinan pêk tinin û dixwazin daxwazên gel tevan kom bikin û wekî raporekê pêşkêşî Ocalan bikin u wiha got: "Em dê daxwazên gel bikin rapor û pêşkêşî birêz Ocalan bikin. Dema em diçin bi Birêz Ocalan re hevdîtin dikin Birêz Ocalan dibêje biçin pêvajoyê bi gel re parve bikin. Pir qîmetê dide nerîn û daxwazên gel. Em dê vê pêvajoyê bi gelê xwe re bi teşe bikin û biçin serkeftinê. HPG'ê dest bi vekişînê kir û dê Hêza xwe vekişîne dervê sînor. Êdî tu tişt di destê dewetê de nema. Edî tu hincetê ku dewlet nîşan bide tune. Dewlet bi salan e dibêje ji ber ku hêzên çekdar li Tirkiyeyê neye nikarin tiştekî bikin, lê êdi tu astengî li pêş wan nemaye. Êdî dewlet mecbûre van pirsgirêkan çareser bike. Êdî dora dewletê ye. Divê dewlet gavên çareseriyê bavêje.

BDP'ê û KCD'ê li taxên Yali û Xaçortê jî civînên gel pêk anî.

Di civînên gel de bi hezaran kes bi siloganên "Bijî serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Di van civînan de jî Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û Adil Zozanî, li ser pêvajoyê axivîn. Civînên gel dîsa bi siloganên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e bi dawî bû.