‘Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin’
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 28 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin hatin berdan.
Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 28 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin hatin berdan.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û destgîr kirin. 28 kesên hatin destgîrkirin hatin berdan.
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha gotin: "Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin ku em li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta windayên xwe kom bibin."
Navê kesên hatin destgîrkirin wiha ye: "Eren Keskîn, Hanîfe Yildiz, Umît Efe, Alî Newroz Tosûn, Alî Ocak, Begalî Kûrnaz, Besna Tosûn, Coşkûn Ustercî, Davût Arslan, Denîz Aytaç, Dogan Ozkan, Hasan Karakoç, Hatîce Korkmaz, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgîn, Îsmaîl Yûcel, Leman Yûrtsever, Masîde Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Nazim Hîkmet Dîkbaş, Omer Kavran, Salîm Derelîoğlû, Taylan Bekîn ve Turker Demîrcî."